'Rêyek ronî hebe ew jî ji Îmraliyê derbas dibe'

Grevên birçîbûnê yên ji bo azadiya Ocalan pêl bi pêl mezin dibin. Jinên ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke azadiya xwe dibînin gotin, "Ku rêyek ronî li pêş hebe, ew jî ji Îmraliyê derbas dibe."

Grevên birçîbûnê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirin, bajar bi bajar belav dibin û wergeriyan 'grevên azadiyê'.  

Jinên li Mêrdînê yên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketin grevê anîn ziman ku tecrîd sûcê mirovatiyê ye û bang li hemû kesan kirin ku piştgiriyê bidin çalakiya wan a 'azadiyê'. 

Hevseroka DBP'ê ya Bajarê Mêrdînê Şaha Memîş derbarê çalakiyan de axivî û da zanîn ku di bin navê Rewşa Awarte de tê xwestin ku dengê aliyên muhalîf bên qutkirin û wiha dewam kir: "Kaosa ku li vî welatî tê heye encax bi azadiya Abdullah Ocalan ji holê rabe. Divê demildest deriyên Îmraliyê vebin."

Leyla Şaman a ku beşdarî greva birçîbûnê ya Nisêbînê bûye da zanîn ku divê bi taybetî jin li dijî tecrîdê têbikoşin. 

Şaman wiha dewam kir: "Heta ku agahiyek baş em derbarê tenduristiya Abdullah Ocalan bigirin wê çalakiyên me dewam bike. Ya deriyên Îmraliyê wê vebin û hevdîtinê pêk werin, ya jî gelê Kurd wê biherikin qadan. Em li vir bang li hemû jinan dikin ku li ba me bisekinin û piştgiriyê bidin çalakiyên ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan em pêk tînin. Ji ber ku li pêşiya me rêyeke ronî hebe ew jî ji Îmraliyê derbas dibe. Em li dijî vê tecrîdê bê deng nemînin."