Rêya Reqa-Heleb-Dêrazor ji DAIŞ'ê hat paqijkirin
4 gundên li rojavayê Tebqayê û rêya Reqa-Heleb-Dêrazorê ket bin kontrola şervanên Xezeba Firatê.
4 gundên li rojavayê Tebqayê û rêya Reqa-Heleb-Dêrazorê ket bin kontrola şervanên Xezeba Firatê.
Berdevkiya Koalîsyona Navneteweyî ragihand, gundên Ebû Hara, El-Moşêrfa, Kirên, Mehmiya ên li rojavayê Tebqayê û rêya Reqa-Heleb-Dêrazorê bi temamî ji çeteyan hatine paqijkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, Tebqa ji bo perwerdekirina çeteyên biyanî yên li welatên rojava çalakiyan lidar bixin, weke navendekê ji aliyê DAIŞ'ê ve dihat bikaranîn. Berdevkiya Koalîsyonê diyar kir, rizgarkirina Tebqayê wê bibe gaveke girîng û stratejîk ji bo rizgarkirina Reqayê.