Rêxistinên Kedê nerazîbûn nîşanî cihêkirina hiqûqa înfazê da

Rêxistinên kedê yên li Amedê bal kişandin ku li girtîgehan rîskekî mezin heye û divê cihêkarî di nava hiqûqa înfazê de neyê kirin.

Platforma Şaxên KESK’ê, Şaxên DÎSK’ê, Desteya Koordînasyona Bajar a TMMOB û Odeya Tabîban ên li Amedê têkildarî guhertinên li bendêye ku di hiqûqa înfazê de bê kirin daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ku li girtîgehan nêzî 300 hezar girtî hene û diyar kir ku li gorî hiqûqê li girîtîgehan zêde rojê nabînin, dîsa qada hewayî û qada takekesî baş pêk nayê, ji ber wê sîstema wan a parastina bedenî lewaz bûne. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber vê yekê li gelek welatan hikûmetan bê cudahî dest bi berdana girtiyan hate kirin û ev hate gotin: “Li welatê me desthilat di hiqûqa înfazê de girtiyên siyasî û hikûmxwariyan li derveyî xwe dihêlin. Ev, rojnamevanên muxalîf, akademîsyen, parlementer, hevşaredar, hiqûqnas, sendîkavan, xwendekar in. Ev girtî û hikûmxwarî di bin navê ‘terorê’ de di lêpirsînên hatin kirin de hatine girtin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku divê di serî de girtiyên nexweş û hemû girtî tavilê bên berdan û gotin: “Divê di hiqûqa înfazê de wekhevî pêk bê.”