Rêxistinên hiqûqnasan û mafên mirovan li Xelfetiyê lêkolîn kirin

Ji bo lêkolînkirina pêkanîn û êşkenceyên artêşa Tirk û polîsan a li Xelfetiyê ÇHD, ÎHD û Baroya Rihayê, Komeleya Însyatîfa Heq û Baroya Dîlokê li Taxa Dertoyê lêkolîn kirin.

Heyeta ji Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbol û Enqere, Şaxên Dîlokê, Navenda Mafên Mirova a Baroya Rihayê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Riha, Navenda Mafê Mirovan a Baroya Dîlokê, Komeleya Însyatîfên bi Maf a Dîlokê, dîsa şaxên Rihayê pêk tên, çûn serdana taxa Deto ya navçeya Xelfetî ya Rihayê pêkanînên der mirovî û êşkence li welatiyên sivîl hatin kirin.

Heyet li ketina Dertoyê ji aliyê jendermeyan ve hate sekinîn. Jendermeyan xwestin nasnameyên heyetê kom bike, li ser vê heyetê anî ziman u parêzer in û dixwazin li taxê lêkolînê bikin hatine taxê. Li ser vê jendermeyan li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê geriya. Jendermeyan ragihand ku serdozgeriyê fermand daye ku nasnameyên hemû kesên li nava heyetê ne bê tomarkirin.

Heyeta ku çûn taxê, li ber polîs û çavdêriya jendermeyan lêkolîn kirin. Heyetê li gel kesên hatin destgîkirin û êşkence lê hatin kirin, dîsa li dora mala ku şer lê rûdabû jî lêkolîn kirin. Heyeta ku çûn mala Akbaş ê derê wan hatin şikandin, li vir jî lêkolîn kirin. Heyeta ku li ser êşkenceya li welatiyan hate kirin, agahî girtin, piştre li pêşiya gund daxuyaniyek dan.

Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol a li ser navê heyetê daxuyanî da. Ozbîngol sedemê serdan ji bo taxaa Derto vegot û diyar kir ku wê şopdarên êşkenceya li Şaxa TEM’ê ya Rihayê hatiye kirin bin. Ozbîngol diyar kir ku êşkence sûcekî mirovahiyê ye, divê li derbarê van kesên erkdarên cemaweriyê sûc kirine doza lêpirsînê bê vekirin. Xebatên derbarê vê bê kirin. Ozbîngol anî ziman ku dev ji kesên êşkence kirine bernadin, wê heta dawî şopdarên bûyerê bin.

Heyet piştî daxuyaniyê ji gund derketin. Polîsan heta Rihayê heyet şopandin.