Rêxistinên Civakî Sivîl ên Amedê: Em hînî qeyûm nabin!

Rêxistinên Civaka Sivîl (RCS) yên Amedê li dijî dagirkeriya qeyûm helwest nîşan dan û gotin, ev darbe ye. RCS'yan diyar kirin ew hînî hişmendiya qeyûm nabin.

Çalakiyên li dijî dagirkeriya qeyûm ên li ser şaredariyên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê didomin.

Nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl (RCS) ên Amedê polîtîkayên qeyûm ên AKP-MHP'ê, nehiqûqiyên wê ji ANF'ê re gotin.

SAZIYÊN ELEWÎ DESTEK DANE BERXWEDANÊ

Serokê Şûbeya Komeleyên Çandê yên Pîr Sultan Abdal (PSAKD) ê Amedê Parêzer Cafer Koluman got li dijî qeyûman hem di medyaya netewî û hem jî navnetewî de helwesta xwe tim diyar kirine, bi sazûmanî serdana nobetên demokrasiyê yên HDP'ê kirine û got, ji niha û pê de jî ew ê desteka xwe bidomînin. Koluman diyar, darbeya 19'ê Tebaxê plansaizya wê berê hatiye danîn û got, 'Dawiyê vîna gel hate desteserkirin. Di 4 mehan de wê çi bbûbe ku serî li rêbazeke wiha dana? Herêma me, nexasim Amed ne xerîbê qeyûman e. Me nêzî 3 salan bi qeyûm re derbas kir. Lê di hilbijartina xwecih a 31'ê Adarê de gel di sendoqê de bersiveke xweş da. Di dema pêşî ya qeyûm de ji siyasetê û xizmeta gel wêdetir bi berjewendiyên şexsî tevgeriyane. Bi nêzîkatiyên wiha bûne ku Kurdan li derveyî siyasetê bihêlin. Lê ti zemîna hiqûqî ya qeyûman nîn e. Em saziyên Elewî ji destpêkê ve destekê didin berxwedana HDP'ê û em ê bidin jî.''

'LI SER CIVAKÊ ZEXT HATIN DANÎN'

Sekreterê Odeya Bijîşkan a Amedê Dr. Orhan Ilîm jî anî ziman, ji bo fêhmkirina desteserkirina qeyûman divê mirov biçe nîvê duyan ê sala 2015'an û got, ''2015 ji bo dîroka welêt şikestinek bû. Ew dem zemîna qeyûm û destgîrkirin û girtinên dema niha bû. Wê demê peyva 'qeyûm' kete ferhenga me. Lê hîmê qeyûmên niha wê demê hatin danîn. Ji ber ku wê demê zext li ser çapemenî, daraz û civakê hate danîn. Pê re pê re heta îro hat.''

'EM Ê HÎN NEBIN Û QEBÛL NEKIN'

Dr. Ilîm got hevşaredariya Dr. Selçûk Mizraklî kelecaniyek bi xwe re anî, bi dengekî pir zêde hatiye ser kar û piştî ku ji peywirê hatiye standin li Amedê hemû beşên civakê helwesteke mezin dane.

Ilim li ser qeyûm diyar kir, ''Li vir mesele ew e ku komek an jî gelê ku bi sendoqê nikarîbûn pê, mafê wê yê siyaseta legal jê distînin. Binpêkirina rêgeza sereke ya demokrasiyê ye. Li vir xala esasî ew e ku mirov xwe hînî vê neke. Pratîka dîroka nêz nîşan dide ku her tiştî hîn dikin û dikin. Lê em ê hîn nebin û qebûl nekin.''

'DARAZ BI KONTROLA RÊVEBERIYÊ YE'

Serokê Şûbeya Amedê ya ÎHD'ê Parêzer Abdullah Zeytûn jî ragihand, ew qeyûmên niha jî û yên beirya niha jî weke desteserkirina vînê dibînin, polîtîkaya qeyûm binpêkirna mafê hilbijartin û hilbijêrbûnê ye. Zeytûn got ji roja pêşî ve ew protestoyên li dijî qeyûm mafdar û meşrû dibînin û ew jî gelek caran bi serdanên xwe destekê didin çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li Kolana Lîseyê ya Amedê.

Zeytûn got, ''Niha em rewşeke wiha re hevrû nek u ji destûra darbeyê ya 82'an jî xirabtir e. Jixwe li vir darazeke wiha heye ku mudahele nake, napirse, bi temamamî di bin kontrolê de ye.''