Rêxistina Mafê Mirovan ya Cîhanî wê li herêmên ku çekên kîmyewî hatine karanîn lêkolîn bike

Rêxistina Mafê Mirovan ya Cîhanî ku xebatên xwe li DYE’yê birêve dibe ragihand ku wana biryar girtine li herêmên ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bikar aniye lêkolînê bikin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Cîhanî ku xebatên xwe li eyaleta Arîzona ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) birêve dibe bi Saziya Mexdûrên Kîmyabarana Helebce civînek lidar xist.

Rêxistina Mafê Mirovan a Cîhanî ya li Emerîka diyar kir ku wê di demek nêzik de, bikaranîna çekên kîmyawî ya ji aliyê dewleta Tirk ve li ser sînorê Herêma Kurdistanê tê bikaranîn lêkolîn bike û encama wê  ji raya giştî re eşkere bike.

Li Salona Rewşenbîrî û Hunerî ya Helebce Rêxistina Mafê Mirovan a Cîhanî ya li Emerîka bi hevkariya Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebce bi mijara “Zarokên Winda yên Helebce” civînek pêk anî.

Berpirsê Rêxistina Mafê Mirovan a Cîhanî ya eyaleta Arîzona ya Emerîka Seyid Selah Baxçeyî ji Rojnews’ê re got: “Weke Rêxistina Mafê Mirovan a Cîhanî ji bo zarokên winda yên Helebce projeyek me ya hevbaş heye. Em îro jî ji bo mijara peydakirina zarokên winda yên Helebce hatine. Em ê mijara zarokên winda yên Helebce bigihînin Ofîsa Rêxistina Mafên Mirovan ya li eyaleta Arîzona ya Emerîka. Ji bo pêşkeftina doysa zarokên winda yên Helebce ev gavek başe.”

Seyîd Selah Baxçeyî têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bikar tîne jî got: “Biryare ku di demek nêzîk de rêxistina me bicive û bikaranîna çekên kîmyawî yên ji aliyê dewleta Tirk ve li sînorên Herêma Kurdistanê bikar anî lêkolîn bike. Teqez em ê li ser bixebitin.”

Serokê Komeleya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebce Luqman Ebdulqadir diyar kir ku wê ji bo zarokên winda weke Komele li hemû deriyan bidin û got ku îro Rêxistina Mafê Mirovan a li Emerîka jî soza alîkariyê daye wan.

Li Helebce niha 83 malbat daxwaza peydakirina 114 zarokên di dema kîmyabarana Helebce de winda bûne dikin.