Rêxistina mafê Mirovan Niwa sûcên Tirkiye yên li başûr belge dike

Rêxistina mafê mirovan a cîhanî Niwa sûcên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê dike, belge kir.

Rêxistina Mafê Mirovan Niwa ya ku rêxistinekî navneteweyî ye ku navenda wê li bajarê Cenevre ya Swîsreyê ye. Serdana Kune Masî ya Şarbaşar a Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê kir û sûcên dewleta Tirk a 25’ê Hezîranê ku li ser sivîlan hatibû kirin, belge dike.

Ji bo agahiyên baştir li ser mijarê bê girtin, şandeyek ji vê saziyê serdana qurbaniyên êrîşê malbata Keywan Kawa ku ew hevjîn û du zarokên xwe birîndar bûbûn, kirin.

Şandeyê agahî ji malbatê û dîsa şahidên bûyerê girtin. Piştre jî derbasî cihê ku êrîş lê hatin kirin bûn. Şandeyê anî ziman ku wê van agahiyên ku kom kirine, radestî rêxistina mafê mirovan a cîhanî bikin.