Rêxistina HDP’ê ya Çewligê: Tecrîd sûcê mirovayetiye ye

Rêxistina HDP’ê ya Çewligê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kir. HDP’ê pankarta ‘Tecrîd sûcê mirovayetiyê ye, tecrîdê bi dawî bikin’ vekir.

Rêxistina HDP’ê ya Çewligê li dijî helwesta ku desthilatdariya faşîst AKP û MHP’ê HDP’ê dike hedef û ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li pêşiya avahiya partiyê ya bajêr hate dayîn û pankarta ‘Tecrîd sûcê mirovayetiyê ye, tecrîdê bi dawî bikin’ hate vekirin. Parlementerê HDP’ê Erdal Aydemîr û rêveberên HDP’ê tevlî daxuyaniyê bûn.

Parlementerê HDP’ê Erdal Aydemîr diyar kir ku ew ê daxwaza AKP û MHP’ê ya ji bo girtina HDP’ê qet qebûl nekin û bal kişand ser vî tiştî ku li pişt partiya wan îradeya 6 milyon kesan heye.

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ

Aydemîr bal kişand ser greva birçîbûnê ya ku girtiyan di 27’ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin û xwest ku bila qanûnên ji bo girtiyan pêk were. Aydemîr diyar kir ku ew ê zext, zordarî û êşkenceya li girtîgeha Îmraliyê û ya li girtîgehên din qebûl nekin.