Rewşenbîrên Kerkûkê: Divê sefîrê Tirk ji Iraqê bê derxistin

Nerazîbûnên aliyên siyasî yên Kerkûkê yên li dijî gotina Sefîrê Tirk Fatîh Yildiz ya li Kerkûkê ku gotibû; "Kerkûk axa bav û kalên me ne" zêde dibin. Vê carê rewşebîran nerazîbûn nîşan dan û gotin: "Divê serfîrê Tirk bê derxistin."

Cejna Qurbanê Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê li Bexdayê Tirk Fatîh Yildiz serdana bajarê Kerkûkê kiribû û gotibû ku Kerkûk axa bav û kalê wan e. Hêzên siyasî û rewşenbîr li ber vê yekê rabûn û diyar kirin ku gotinên Sefîrê Tirk li derveyî karê dîplomasiyê ye. Rewşenbîran gotin, eger ev bûyer li welatekî din bihata kirin wê ew sefîr bihata derxistin.

Rewşenbîrên Kerkûkê ev daxuyaniya Sefîrê Tirk Fatîh Yildiz li dijî gelê Kerkûk weke bêedebî pênase kirin û rexne li bêdengiya hikûmeta Iraq û berpirsên Kurd kir. Rewşenbîran destnîşan kirin ku divê bi lezgînî derbarê sefîrê Tirk de lêkolîn bê kirin û ji Iraqê bê derxistin.

'HATINA SEFÎRÊ TIRK NE HIQÛQÎ YE'

Letîf Fatîh Ferec yek ji wan rewşenbîran re ku nerazîbûna xwe diyar kir. Ferec got: "Hatina Sefîrê Tirk Fatîh Yildiz a li bajarê Kerkûk ne hiqûqî bû. Kerkûk, herêmeke ku bi pirsgirêk e, nehatiye çareserkirin. Ya li vir hate kirin ne hiqûqî bû, ji ber ku piştgiriya aliyekî kir. Nûnertiya hemû pêkhateyan nake."

'GOTINÊN SEFÎR JI BO DESTHILAT Û RÊVEBERIYÊ ŞERMEKE MEZIN E'

Ferec bal kişand ser helwest û bêdengiya hikûmeta Iraqê û rêveberên bajêr û got: "Diviya bû ku Hikûmeta Iraqê li gel hikûmeta Herêmê û rêveberê bajêr rê nedabûna vê yekê. Wisa dizanin ku ev welat bê xwedî ye û bi taybet bajarê Kerkûk. Divê rê nehatiba dayîn ku ji paytexta Iraqê Bexda bihata Kerkûk û Tuzxurmatû nimêja cejnê bike û bêje; 'Kerkûk xaka bav û kalên me ye'. Ev gotin şermeke pir mezin bû ji bo desthilat û berpirsên bajêr."

'DIVÊ JI IRAQÊ BÊ DERXISTIN'

Parlamenterê Kurd ê Kerkûkê yê Parlamenta Iraqê Şiwan Dawîdî diyar kir ku serdana Sefîrê Bilind ê Tirk ê Bexdayê Fatîh Yildiz a Kerkûkê û peyamên li vir da, li dijî karê dîplomasiyê ye. Dawidî got: "Nebûna xwedî ti helwestan a hikûmeta Iraqê ya li dijî gotinên Sefîrê Tirk dide nîşandan bê ka çiqas hikûmeta Iraqê lewaz e. Eger ev yek li welatekî din pêk bihata wê sefîr ji wî welatî bihata qewirandin."

Dawidî bi bîr xist ku ew kiryarên sefîrê Tirk dike ne hiqûqî ne, her wiha dide nîşandan ku dewleta Tirk weke welatekî dagirker li Iraq û beşeke Kurdistanê û bi taybetî çavê wê li ser bajarê Kerkûkê ye. Ya xemgîn jî ew e ku hikûmeta Kurdistanê li hember vê şermê bêdeng e."