'Rewşa li Kerkûkê cidî ye, encama êrîşê wê felaket be'
Fermandarê hêzên 70. ên Pêşmergeyan Cehfer Şêx Hesen destnîşan kir, ku encama êrîşeke gengaz a li hemberî Kerkûkê wê felaket be.
Fermandarê hêzên 70. ên Pêşmergeyan Cehfer Şêx Hesen destnîşan kir, ku encama êrîşeke gengaz a li hemberî Kerkûkê wê felaket be.
Li ser aloziya li başûrê Kerkûkê ya navbera Hêzên Heşdî Şabî û Pêşmergeyan, Fermandarê hêzên 70. ên Pêşmergeyan Cehfer Şêx Hesen li Kerkûkê bersiv da pirsên nûçegihanan. Şêx Hesen got, divê koalîsyona navneteweyî dest li rewşê werde.
Cehfer Şêx Hesen diyar kir, rewşa li Kerkûkê cidî ye û destnîşan kir, encama êrîşeke gengaz wê felaket be.
Şêx Hesen bang li hikumeta navendî ya Iraqê kir û li şûna êrîşê xwest, diyalogê bike. Şêx Hesen got, "Li şûna ku serî li hêza leşkerî bidin, bila diyalogê bikin. Em bi vî rengî dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin."
Cehfer Şêx Hesen bang li pêşmergeyan jî kir ku xwe ji bo her rewşê amade bikin û got, ew ê Kurdistanê biparêzin.
Hêzen pêşmergeyan duh bi şev xwe ji gundê Beşîr ê li başûrê Kerkûkê û bi kîlometreyekê xwe ji hin cihên navbera bajarokê Taze û gundê Beşîrî vekişandibûn.
Nûçeya li ser mijarê:
https://anfkurdi.com/kurdistan/aloziya-leskeri-ya-li-dora-kerkuke-sor-dibe-87267