Aloziya leşkerî ya li dora Kerkûkê sor dibe -NÛ BÛ
Tê gotin, hêzên Haşdî Şabî gundê Beşîr ê li navbera Daqûq û Tazeyê ji destê pêşmergeyan derxistine. Aloziya li herêmê dewam dike.
Tê gotin, hêzên Haşdî Şabî gundê Beşîr ê li navbera Daqûq û Tazeyê ji destê pêşmergeyan derxistine. Aloziya li herêmê dewam dike.
Li Kerkûkê, ku ev demeke dirêj de hêzên Haşdî Şabî gefê dixwin û Tirkiyeyê jî çek li hêzên ser bi Eniya Tirkmen a Iraqê (ÎTC) belav kir, hêzên Haşdî Şabî duh bi şev ketin nava liv û tevgerê. Tê gotin, hêzên Haşdî Şabî gundê Beşîr ê li başûrê rojava yê Kerkûkê ku di destê pêşmergeyan de bû, xistine destê xwe.
Pêşmergeyekî ku nexwest navê xwe eşkere bike got, hêzên Haşdî Şabî ku tê texmînkirin bi qasî 20 hezar e, nêzî gundê Beşîr bûn. Li gorî agahiyên ku pêşmerge da; hêzên pêşmerge yên li gund, ji bo şer neqewime dest bi amadekirina berdana gund kirin. Dema ku hêzên Haşdî Şabî nêzî gund bûn, hêzên pêşmerge xwe ji gund vekişandin. Û li hêzên Haşdî Şabî li gund bi cih bûn.
Li gorî agahiyan, Haşdî Şabî piştî ku gund bi dest xistin, gotin ku wê berê xwe bidin Qayvan ku herêmeke parzûngeha petrolê lê ye û balafirgeha Kerkûkê.
KOSRET RESÛL ÇÛ KERKÛKÊ
Piştî ku Haşdî Şabî kete nava tevgerê, Alîkarê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Kosret Resûl Alî, tevî hêzên pêşmergeyan çû Kerkûkê. Tê gotin, Kosret Resûl hejmareke zêde ya pêşmergeyan bi xwe re biriye. Çavkaniyên herêmî ragihandin, çûyîna Resûl tevî hêza pêşmergeyan ji bo Kerkûkê ne ji bo şer e, lê ji bo pêşîgirtina li şer e.
Li gundê Beşîr, trafoya bingehîn a elektrîkê heye ku ji vê derê elektrîk li Xurmatû, Daqûq, Taze, gund û gundikên li derdorê tê belavkirin.
HÊZÊN PÊŞMERGE BI 15 KÎLOMETREYAN XWE VEKIŞANDIN
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, hêzên pêşmerge xwe heta xeta Dibizê vekişandine. Bi vî rengî hêzên pêşmerge vekişiyan pozîsyona xwe ya beriya sala 2014'an.