Rewşa dawî ya Kerkûkê -NÛ BÛ

Hêzên Heşdî Şabî, ku ji ber vekişîna hêzên pêşmerge ketin nava Kerkûkê, xwe ji navenda bajêr vekişandin û li dora bajêr bi cih bûn.

Hêzen Heşdî Şabî, ku ji ber vekişîna hêzên pêşmergeyan tevî artêşa Iraqê Kerkûk bi dest xistin, bi fermana Serokwezîrê Iraqê Abadî xwe ji navenda bajêr vekişandin.

Hate diyarkirin ku hêzên Heşdî Şabî li derdora Kerkûkê hatine bicihkirin û otorîteya nav bajêr jî dewrî leşkerên Iraqê û polîsên federal kirine.

Hêzên Heşdî Şabî li herêmên Qeywan û Asker Xalidê bi cih bûn û bi vî rengî dor li Kerkûkê girtine.

Heşdî Şabî û artêşa Iraqê, piştî vekişîna hêzên Pêşmerge roja 16'ê Cotmehê li Kerkûkê û derdorê bi dehan gund û bajarok bi dest xistibûn.

VEGERÊ DEST PÊ KIR

Her wiha gelek kesên ku dema êrîşê dest pê kirî ji Kerkûkê derketin dest bi vegerê kirine. Lê tê gotin gel ji rewşê pir bi fikar e. Gelek malbatên ku vegeriyabûn duh dîsa koç kirin.

CIWANAN ÇALAKÎ PÊK ANÎN

Polîsê federal ê Iraqê, ku duh bi şev li taxa Rehîmawa ya Kerkûkê ku piraniya şêniyên wê Kurd in li dewriyê geriya, hate protestokirin. Hin ciwanên Kurd li bazara Rehîmawa nerazîbûn nîşanî polîsên Iraqê dan. Ciwanek jî çû ser wesayita polîsan û ala Iraqê jê kir. Li ser vê yekê polîsên Iraqê bi lez û bez ji herêmê çûn û gule berdan hewayê. Gel jî bi keviran bersiv da.