Rewşa Awarte li Kurdistanê tê şidandin

Kiryarên rewşa awarte yên li Kurdistanê zêde dibin. Li Wanê, jendermeyan 30'ê Adarê bi 60 tîm û 485 personelan, li 9 hezar û 351 kesî û 5 hezar û 283 wesayitan pirsîn. Vê yekê rê li ber nerazîbûnan vekir.

Fermandariya Jendermeyan a Bajarê Wanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand, 30'ê Adara 2018'an bi 60 tîm û 458 personelan bi navê 'Pêkanîna Bawerî û Aramiyê-9' li 9 hezar û 351 kesî û 5 hezar û 283 wesayitan hatiye pirsîn. Di vê lêpirsîna berfireh de kesek hate destgîrkirin. Li gund û derdora Wanê, jenderme bi vî rengî tevdigerin. Li navenda bajê rjî hemû kolan ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin. Ji ber tevdîrên polîsan jiyana rojane ya li Wanê teviziye. Hêzên çekdar ên Tirk yek bi yek li malan û kargehan digerin. Beriya serdana Serokkomarê Tirk ê AKP'yî Tayyîp Erdogan ku wê dawiya hefteyê bê Wanê, ev kiryar zêde bûne.

KAVAL: NAVÊ REWŞA AWARTE LI HIQÛQA BÊHIQÛQIYÊ KIRINE

Hiqûqnas Bayram Kaval diyar kir, pêkanînên bi vî rengî yên ku civakê bi temamî weke gefeke gengaz dibîne, beriya Rewşa Awarte jî di hiqûqa Tirkiyeyê de hebûn û got, "Li Tirkiyeyê hiqûqa bêhiqûqiyê hatiye afirandin û navê Rewşa Awarte li vê kirine. Di serî de Wan û Amedê li bajarên Kurdan ev pêkanîn hatine şidandin. Dibe ku weke pêkanîneke ji rêzê ya GBT, ya jî tevdîreke asayî were dîtin, lê belê gelek sedemên cuda yên pêkanînên bi vî rengî hene."

BOTAN Ê HDP'YÎ: LI DIJÎ GELÊ KURD OPERASYON TÊ KIRIN

Parlamenterê Wanê yê HDP'yî Lezgîn Botan jî anî ziman ku pêkanînên heyî yên li Kurdistanê ji Rewşa Awarte jî dijwartir in û destnîşan kir, eger li bajarekî bi tenê 9 hezar kes tên lêpirsîn, hingî tiştekî ku di rê de naçe heye. Botan got, "Nifûsa DYA 300 milyon e, di nava rojekê de lêpirsîna 9 hezar kesî nayê kirin. Ev yek nîşan dide ku tevahiya civakê weke sûcdarê gengaz dibîne û li dijî civakê operasyonê dike. Nîşaneya kîn û hêrsa li dijî gel e. Ji 9 hezar kesî tenê kesek tê destgîrkirin. Ji bo kesekî civak temamî tê lêpirsîn. Ev pêkanîn ji bo tepisandin û çavtirsandina civakê tê kirin. Bawerî û aramî tenê bi tevdîrên polîs û leşkerî nabe. Bi demokrasî û mafên mirovan dibe."

'SEROKKOMAR ERDOGAN BI GEL RE ŞER DIKE'

Botan diyar kir, Serokkomar Erdogan bi gel re şer dike û got, "Em jî siyasetmedar in û dikarin bi tena serê xwe li nava gel bigerin. Hûn dibêjin ku hûn gelparêz in, lê Serokkomar çima dema tê Amed û Wanê, pêkanînên bi vî rengî dikin. Çi pirsgirêka we bi gel re heye? Bi dîtina min, eger Serokkomar nikare bi dilrehetî li nava gel bigere, divê ji xwe bipirse. Bi 400 parêzvanî diçe nimêjê dike. Ev yek encama polîtîkayên wan ên neyînî ye. Mafên mirovan ên bingehîn ji holê têne rakirin. Her roj wezîrek tê Wanê û her roj vê dikin. Cevdet Yilmaz çend roj in li Wanê ye û jiyanê ditevizîne. Li wir esnaf heye, trafîk heye. Çima vê dikin? Êşkenceyê li mirovan dikin. Kolan têne girtin. Baş e kî wê bersiva zerara esnafan bide? Ji ber ku jiyana rojane disekine. Gelo têkiliya siyaset û civakê ev e? Ya heyî, kaos e."