Rêwiyên bê rawestgeh 

Di nava çav û dilê xwe de dineqişandin nexşa welat û jiyana xwe. Di wê kêliyê de mirov dibû welatê xwe, welat jî dibû mirov bi xwe.

Gelek cara ji bo ku mirov bedewiya warekî, kesekê, nebatekê û hwd. bilêv bike, pêwistiyê bi hevokan, gotinan û sazkirina peyvan nake. Ji ber her tiştî di nava xwe de dihewînin, ew bi xwe dibin ziman û çavên xwe, yê ku gelek cara kes nikare bibîne.

Ji bo ku mirov bikaribe Xakurkê nas bike pêwîste mirov bi çavê gerîla Şervan li jiyanê meyze bike, di kenê Delîla de xwe bibîne û di bedewiya Ronî de bedewiyê nas bike… Ji bo vê yekê ye ku feqîrtiya peyvan dijîm. Da ku bikaribim wan kêliyên dewlemend û jiyana dewlemend yên ku min bi wan re jiyan kiriye xîz bikim li ser rûpelê.  

Xakurkê û gerîlayên dildarê welat û azadiyê ne di jiyan û kesayetiya min de gelek dewlemendî çêkirin. Di her gerîlayê de fêrî melodiyeke jiyanê bûm. Lê ya herî girîng jî fêr bûm ku qandî meziniya têkoşîn, armanc, hêvî, eşq û xeyalên xwe mirov bedew dibe. 

Mirov di nava wan de diherike ber bi asîmanan ve. Min bi her gerîlayekê/î re perçeyekî Kurdistanê dît û nas kir. Min bi wan re kêliyên ku mirov di gihije lûtkeya hest û heskirinê jiyî. Ma mirov bi wan re çi dijî û çi najî. Mirov çawa dikare xwe bi yekê din de bibîne û nas bike ji wan fêr bûm. Kêliyên ku mirov nikare bi lêv bike bi wan re jiya. Ketim nava çirûskên çavên wan û bi wan re geriyam bost bi bost. 

Gelo ma mirov bedewiya welatê xwe dikare di rûyekê de bibîne? Belê mirov dikare bibîne û min dît. Ne tenê min dît, ez ketim nava nepeniya wê de û efsun bûm. Ez sexweş bûm bê ku mey vexum. Serxweş bûm bi bedewiya wan. Bi ahenga wan û jiyana wan. Ew bûn ên ku bi xwe bûbûn nexşesazê welatê xwe. Di nava çav û dilê xwe de neqiş dikirin nexşa welat û jiyana xwe. Ew kêlî ew kêlî bûn ku mirov dibe welatê xwe û welat jî dibû tu bi xwe. 

Di wan warên jiyanê de û di wan çiyayên ku wan hembêz dike û wan diparêze min bi wan re henaseya jiyanê girt. Ew bûn ên ku xwe li hember her tiştê berpirsiyar dibînin. Ji bo vê yekê ye ku di gerîlayan de exlaqê jiyanê di asta jor de ye. Min di wan de dît ew berpirsiyartiya jiyana civakê û berpirsiyartiya rêxistinbûyîna civakê, bê ku ferq û cûdahî têxin nav de. Ew bûn çêkerê jiyanê, her tiştê ji nû de pênase dikin û bedew dikin. Ew yên ku baş dizanin çi red bikin û çi bipejirînin. Her tim bedewbûyînê ji bo xwe esas digrin û vê bedewiyê jî posberê jiyanê dikin. Ango ew dibin çêkera jiyanekê exlaqî û polîtîk. Şer û têkoşîna wan ji bo avakirinê ye. Ew xirab nakin ava dikin.  

Qada Xakurkê û gerîlayên dildarê welatê xwe ne di jiyan, kesayet û di hişmendiyê min de nirxên gelek giranbiha dan avakirin. Nizanim min çiqasî tişt da û ava kir lê gelek tiştan dan min û dan avakirin jî. Ji bo vê yekê ye ku min bi wan re kêliyên ku mirov nava wê de winda dibe lê heman demê de jî xwe nava wê de dibîne li min dan jiyankirin. 

Her kêliyên ku min di nava wan de jiya û nepeniya jiyana wan nas kir, wê demê min fêm kir ku her kêliyek di nava wan de xwedî rasteqînekê bê gotin û bê nav e. Ji bo vê yekê bû ku min nava vê rasteqînê de rasteqîna mirovahiyê û jiyana nû dît, jiyan kir. 

Belê, jiyana ku min bi wan re jiyan kir, di nava wan de veşartiye. Ger ku mirov bixwaze bibîne pêwîste mirov bi wan re bijî. Tevahî hestên ku ew dijîn di kesayetiya xwe de ava bike. Rêwiyên bê rawestgeh ango yên ku her gotinekê xwe de digotin; 'em çiqasî têbikoşin jî em ê nikaribin deynê xwe li hember Rêber APO, hevrêyên şehîd û gelê xwe bidin. Ji ber vê yekê ye ku em gelek deyndarin'. Ez jî di dawiya rêwitiya xwe ya ji wan re dibêjim 'ez jî gelek deyndarê we me ku, we çavê min û çavê dilê min ronî kirin'. Ez jî li hember we xwe deyndar dibînim. Ji bo ku we tevahî bedewiya jiyan, rastiya xwe, heskirin û hestên xwe bi me re parvekirin û we tevahî deriye dilê xwe ji bo me vekir em heskirin û rêzdariya xwe ya bêdawî ji we re raber dikin. Cardin ji bo ku we cardin ji nû de pêwîste mirov çawa jiyan bike li me da hesandin em mînetarê we ne.