Rêwiyên bê rawestgeh -6

"Rast bû hêza guhertin û veguhertinên ku PKK’ê di mirovan de ava dikir bi awayekî gelek vekirî xwe dida der. Bi taybetî jî di nav gerîlayên jin de ev zêdetîr berbiçav bû."

Dem jî bi me re ketiye nava vê rêwitiyê. Ez bawer dikim ku dem jî wê ti carî vê rêwitiyê û van rûyên hêja ji bîr neke. Şanaziyeke  gelek mezin e ku em wan mirovên ku bi evîna azadiyê dijîn û nava demeke azad de bi azadî hildimijin, bi wan re di van deman de dijîn.  

Ji her gerîlayekê tovekî  dildariyê mirov bigre û li ser xaka dilê xwe biçîne, wê demê mirovên di wî welatî de ku li ser dilê xwe ava kirine bikaribin bi wan re bijîn. Ji ber ku roj her tim bi berbang re li ser vî welatî hiltê û bihar bi hemû ahenga xwe li ser vê xaka pîroz xwe dibîne û dicoşe. Ev xaka pîroz û mirovên ku di vê xakê de dijîn her tim çav û dilê xwe bi hilatina rojê re ji jiyanê  vedikin. Tu hêz tu şer nekariye vê asteng bike û ji îro pê de jî wê nikaribe. Ji ber PKK'ê tovê xwe bi hilatina rojê re li ser xaka dilan bi awayekî gelekî kûr û bi hêza watebûyînê  reşandiye û çandiye.   

Belê çarenûsa gelê Kurd, bi taybetî jî bi jinên Kurd ên di nava qeliştokên çiyan de û bi destên gerîlayan ji nû de hate guhertin. Ev gerîlayên YJA Starê ne. Gerîlayên YJA Starê ji bo cîhanek û pergalekê bi hişmendiya jina azad rê ve bibin têdikoşin.   

Ya rast ji bo ku mirov bibe dîrok pêwîst e beriya her tiştî mirov dîroka xwe ya mirovbûnê, cîvak û bi taybetî jî  jinbûnê baş nas bike û fêhm bike. Erê gerîlayên YJA Starê jî bi vî awayî dijîn. Gava nîqaş bi gerîlayên jin re çêdibe di nîqaşê wan de jî derdikeve holê ku gerîlayên jin ji bo ji nû ve nirxên xwe ava bikin pêdiviyeke gelekî  mezin pê dibînin ku xwe zane bikin, bi taybetî jî di hêla fikir û hişmendî de. Ji bo ku xwe, civaka xwe, nirxên xwe ji nav lepên qirkirinê rizgar bikin.

Ji bo vê mijarê ez dixwazim di vê nivîsa xwe de cih bidim gotinên gerîlayên YJA Starê yên ku di çeperên şer de ne. 

Stêrk Hakkarî, gerîlayeka bejin bedew, çavreş û rûgeş bû. Bi heskirineke ku mirov nikare bi nav bike bi jiyanê ve bû. Di sala 2014'an de tevlî nav refên gerîla dibe. Gava min ew yekem car dît, bejna xwe bi rext û çeka bi milê xwe re xemilandi bû. Gava nîqaş li ser jinê çêbû nêrînên xwe bi van gotinan re bi me re par ve kir. Gerîla Stêrk dibêje; “  Ez jina Kurd ji ber ku li van qadên azad im, ez bi hebûna xwe serbilind bûm. Ya rast beriya ez beşdar bibim min ewqasî xwe nas nedikir. Beriya her tiştî min ev qasî ji xwe bawer nedikir. Lê bi hêza PKK’ê ez bûm xwedî hêz û bawerî. Ji bo vê yekê ez bi azwerî bi jiyanê ve me.” Gava gerîla Stêrk ev gotin digotin  bibîkên çavên wê dikeniyan ji şabûnê. Ew dem min ji xwe re got; gelo dildarî û evîndarî ev e ku mirov di nava vê jiyanê de bijî, jê têr nebe û her tim jî evîndarê wê be, weke evîndareke ku evîndarê xwe dîtibe.  

Gerîla Rojava; ew jî ji Çelê bû, di sala 2015’an de beşdar dibe. Gava min navê wê bihîst yek ser pirsa min ew bû ku çima navê xwe kiriye Rojava. Gerîla Rojava pirsa min bersivand û got; “Rojavayê Kurdistanê bû rûmet û şanaziya gelê Kurd. Heman demê  di wir de pergal û hişmendiya baviksalarî yê zilam binket û hilweşiya. Bi taybetî jî bi destê jinên Kurd ên azadîxwaz. Ji ber vê sedemê min navê xwe kir Rojava. Ango jina Kurd ya xwedî li mîrasê xwe derdikeve û bûye pêşengê jiyana azad.” 

Gava mirov bi gerîlayan re li ser mijarekê  nîqaş dike weke ku mirov deyndarê wan bimîne wisa li mirov tê. Bi van gotinên Rojava re careke dî pirsekê min çê bû; “ya rast tu beriya beşdar bibî tu ketibû vê zanabûyînê de û te ev mijar tehlîl kiribûn, ya jî di nava demeke ew qasî kind e te di aliyê fikir de pêş ketî?” Gerîla Rojava bi ew çavên xwe yên bi meraq bi rûkeniyeke gelek şîrîn li nava çavên min meyze kir û got; “ev hêza fikir û ramanên Rêber APO ne. Tevahî deriyên azadiyê ji bo jin û her kesî vekiriye. Ger ku îro ez bi vê zanabûnê bi we re nîqaş dikim ev çavkaniya hêza Rêberê me ye.”

Rast bû hêza guhertin û veguhertinên ku PKK’ê di mirovan de ava dikir bi awayekî gelek vekirî xwe dida der. Bi taybetî jî di nav gerîlayên jin de ev zêdetîr berbiçav bû. Fikir û ramanên Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan ji bo jinên Kurd ne tenê jinên Kurd ji bo tevahî jinên cîhanê bûye pakbûyîna giyan, fikir, hest ji hişmendiya ku baviksalarî li ser daye ferzkirin.