ÇAVDÊRÎ

Rêwiyên bê rawestgeh-3

‘Ev yekîne li hemberî her curên êrişan bi awayekî gelekî bi nîzam xwe amadekiribûn. Me jî bi destûra fermandarê yekineyê em derbasê cihê gerîlyan, bûn ku li çeperan bûn’

Gelo dildarî çiye, mirov çawa dibe dildarê welat, xak û gelê xwe? Ew dem heskirin çiye, ew heskirina ku te ber bi xwe ve dikşîne bê ku tu bizanibî. Ya ku tevahî ruh û bedane te nava çeperên xwe yên ku te dorpêç kiriye de dihêle. Min dildarî û heskirin di şexsê gerîla de di asta herî jor de dît. Heskirinek wiha ye ku tu astengiyan nasnake, ji bo vê yekê ye ku her yek ji cihekê tê lê di ruh û fikir de dibin yek.

Erê di meşa me ya îro de em derbasî yekineyeke gerîlayên jin bûn. Du gerîlayên jin ji bo ku me bibin hatin pêşiya me. Xêrhatin li me kirin û piştî wê jî çenteyên pişta me girtin. Arîn gerîlayek bejn dirêj û narîn bû, eslê xwe ji Geverê bû, gerîlayek çiqasî fedekar e  di tevahî tevgerên wê de xwe dida der. Ji bo ku em zêde newestin jî her çend deqîqe carekê navber didayê. Gerîla Mizgîn jî koçer bû, hema li me meyze dikir û dikeniya, wisa xwiya dikir ku ji kenê gelek hes dikir. Di jiyana xwe ya derbas bûyî de her tim koçertî kiriye. Pirsa min ji bo wê ew bû ku ew PKK'ê çawa dibîne û ji bo xwe çawa dinirxîne? Mizgîn got; "ez ji nû ve ji dayîk bûm û min nas kir ku ez dijîm. Her wiha min tama jiyanê li vir dît." Bi vî awayî pirsa min bersivand.

Her çiqasî em hildikşiyan ewqasî efsuntiya qada Xakurkê jî xwe dida der. Bêguman di lûtkeyan de derdorê xwe meyze kirin jî cuda ye. Her ku em diçûn her du gerîlayên jin jî ji me re digotin; "cihê me gelekî xweş e hûn ê biecibînin." Gava em gihiştin cihê gerîlayan tevahiya gerîlayên jin derketin xêrhatin li me kirin. Çawa ku em bi dîtina wan kêfxweş bûn, ew jî bi dîtina me kêfxweş bûbûn. Di çanda gelê Kurdan de mêvanperwerî gelek di pêş de ye, ev çand di gerîlayan de jî di asta herê jor de xwe dide der.

Gerîlayên jin weke werzê biharê zindî û geş bûn. Weke ku her yek ji wan ji bo nubûyînan ji nû de dibişkivîn. Çawa ku di werzê biharê de dil û ruhê mirovan dikeve nava aramiyekê ku mirovan difirîne ber bi asîmanen şîn ve nava yekineya gerîlayên jin de ez vê hestê jiyam. Her jinek weke melodiyên ku nava dengbêjiyê de xwe bi awayekê cuda, carna veşartî, carna di peyvekê de, carna jî bi wî dengê kûr ya ku ji raboriyê ber bi dema niha ve tê derdikeve. Carna jî dibe nawayek, ya ku ji bilindahiya lûtkeyan ve xwe ber bi bayê ve berdidin û çiya bi çiya digerin.

Navê yekîneya Şehîd Axîn Meşkan bû. Axîn Meşkan di sala 2016'an de li qada Şemzînan li hember artêşa Tirk şer dike, li ber xwe dide, gava cebilxaneya wê namîne ji bo ku dîl nekeve dest, xwe ji zinaran davêje. Ango di qada Xakurkê de careke dî di şexsê jinê de dîrok zîndî bûye. Ev yekineyên gerîlayên YJA Starê weke ahenga rengan bûn. Ewqasî reng bi reng bûn. Di çavê yekê de coş, di yekê de meraq, di yê yekê de hêvî, di ya dî de heskirin, a dî de jî hirs û kîn xwe bi awayekî şînber dida der. Ya rast her yek ji wan dişibiya welatê xwe, ew welatê xwe yê dewlemend, ew welatê ku ji herkesî re dibe yar, dibe henaseya jiyanê, ji bo her kesî dibe dilopeke avê ya ku ruh û jiyanê dide. Erê ev gerîlayên jin jî wisa bûn. Lê heskirina wan ya li hember jiyanê jî vegotineke cuda ye, da ku mirov bi ziman bibe û bîne ser ziman.

Ya rast ew û welatê xwe bi hev re mezin dibin. Hest û heskirina wan ji çavkaniyekê bi hêz dihat ku dikarîbûn heskirina ew qas mirovan di nava dilê xwe de biçênin. Erê giraniya heskirinê ne weke tu giraniyê ye; ewqasî giran e ku tu kes nikare ragire. Ev yekineya gerîlayên jin bê sînor tevlî jiyanê dibûn. Ji ber jiyan ya wan bû, di tu jiyanê de qandî vê jiyanê nebûne aîdê xwe û ewqasî bedew jî nebûne. Dibe ku li tu deran qandî li vir xwe aram û binirx hîs nekirine. Li vir bi xwe hesiyane, li vir tekoşîna bûyina xwe didin. Çavê wan gelekî mezin li jiyanê meyzedikirin, ev jî ji mezinahiya dilê wan dihat. Mirovên ku dilê wan mezin be, meyzekirin û heskirina wan jî mezine.

Belê ma ez qala kîşan gerîlayê bikim û nekim nizanim. Her yek ji wan bi zimanekê cuda xwe digotin. Bi yek peyvê re sînordar nediman, dizanîn ku yek bê ya din nabe. Ji bo vê yekê jî xwe li hember xeta gerîla Bêrîtan Hêvî (Gûlnaz Karataş) radipirsin û rojane li kesayatiya xwe hûr dibin. Bêguman jiyana vê yekineyê gelek bi nîzam bû, jixwe her yek baş kar û erkên xwe dizanîn. Ma ez qala Destan bikim ya ku bi wan çavên xwe yên mezin  jiyan û evîna xwe mezin dike. Bi heyecan û coşdariyê jiyanê di tevahî tevgerên wê de xwe dida dar. Ya gerîla Raperîn, ya ku li hember tevahî paşverû û şaşitiyan her tim di nava Raperînê de bû. Napejirîne kêmasî û şaşitiyên li hember jiyanê.

Ev yekîne li hemberî her curên êrişan bi awayekî gelekî bi nîzam xwe amadekiribûn. Me jî bi destûra fermandarê yekineyê em derbasê cihê gerîlyan, bûn ku li çeperan bûn. Morel, coş û heycana wan gelek bala me kîşandibû. Amadekariyên wan jî weke coş û heyecana wan gelekî kûr bû.