Rêveberiya Xweser a Şengalê piştî komxebata Neteweya Demokratîk daxuyanî da

Rêveberiya Xweser ya Şengalê piştî komxebata Neteweya Demokratîk daxuyanî da û spasiya mêvan û beşdarvanan kir.

Piştî komxebata bi sernavê ‘’Çareseriya pirsgirêkên Iraqê di Neteweya Demokratîk de ye’’ ku vê sibehê li Hola Azadiyê ya Şengalê bi 450 mêvan û beşdarvanan destpêkirîbû bi dawî bû, ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve daxuyanî hate dayîn.

Ji bo komxebatê ji gelek aliyên Iraqê hejmarek nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, nûnerên komên baweriyan ên ji Başûrê Kurdistanê û bajarên Iraqê hatîbûn vexwendin. Ji Bexda, Nasiriyê û hinek herêmên din jî, endamên partiyên siyasî yên Iraqê, rêxistinên jinan, ji mûnademe û ewlekariya Iraqê gelek mêvan beşdar bûbûn. Ji Şengalê jî TAJÊ, Tevgera Ciwanan, PADÊ, rûsipiyên civakê û gelek sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdar bûbûn.

Daxuyanî ji aliyê Cigirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên ve hate dayîn. Hisên wiha got: “Em spasiya her xebatkarên ragihandin, mêvanan, gelê me yê Şengalê dikin ku di komxebatê de amade bûn. Em Şengalê weke mala herkesên Iraqî û yê ku xwe piştevan û bar hilgirê civaka Êzidî dibîne, dibînin. Mal mala wane jî. Bi xêr hatine. Îro komxebata me bi 4 sernavan birêve çû. Divê em cardin bi bîr bixin ku di dema fermanê de jî tenê şagirtên Rêber Apo xwe gihandin hawara me. Ev 24 salin Serok Apo di bin tecrîdekî pir giran de tê girtin. Em vê tecrîdê qebûl nakin, şermezar dikin û berxwedana Serok Apo silav dikin.”