Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ’yê êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin

TAJÊ û Meclîsa Xweser a Şengalê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saziyên ewlekarî, çavkaniyên jiyanê, tendûristiyê û navendên sotemenî û enerjiyê hedef digire, li gelek deveran gel nerazîbûn nîşandan. Yek ji wan cihan jî Şengal bû.

Îro saet 10.30’ê berê nîvro Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li ber Meclîsa Gel a Sinûnê daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevbeş dan. Di daxuyaniyê de hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Elyas û Berdevka TAJÊ Rîham Haco axivîn.

Xwedêda Elyas li gel şermezarkirina êrîşên dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên dewleta Tirk a dagirker, bang li rêxistinên mafê mirovan yên cîhanî kir ku li beramber tawanên dewleta Tirk bêdeng nemînin û wiha axivî: “Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar dikin. Dewleta Tirk a hovane êrîşê xelk û saziyên medenî dike. Em bang li saziyên mafê mirovan yên cîhanî dikin, beramber van êrîşan bêdeng nemînin û pêşî li van êrîşan were girtin. Êrîş ne tenê li dijî hêzên leşkeriye, li dijî saziyên medenî jî tê kirin. Ev êrîş li Başûrê Kurdistanê jî li dijî Silêmaniyê pêkhatin. Erka rawestandina van êrîşan dikeve ser van saziyên mafê mirovan.”

Elyas alîkariya gelê Rojava ya bi civaka Êzidî re bi bîr xist û got: “Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê li cem gelê me yê Rojava ne. 2014’ê di dema êrîşên DAÎŞ’ê de alîkarî dan me, pêşî li êrîşên DAÎŞ’ê û qirkirina Êzidiyan girtin, em jî niha ji bo wan bang li saziyên mafê mirovan ên cîhanî dikin û piştgiriyê didin wan.”

Her wiha Berdevka TAJÊ Rîham Haco jî bi navê jinên Êzidî axivî û êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê şermezar kir û wiha pê de çû: “Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ev êrîşên tirsonek yên dewleta Tirk ên li ser gelê me yê Rojava şermezar dikin. Êrîşên tên kirin, derveyî mirovahiyêne. Ev êrîşên tên kirin ne nûne û bi pêşengiya Erdoganê faşîst tên kirin. Êrîşî her kesê ku daxwaza mafê xwe dikin, dike.”

Rîham Hico di dewama axaftina xwe de îşaret bi sûcên şer yên dewleta Tirk kir û wiha anî ziman: “Ev sê rojin dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe êrîşê binesazî û kargehên ku pêwîstiyên jiyanî yên civakê dabîn dikin, dike. Êrîşkariya dewleta Tirk dide nîşan ku lewaz ketiye û têkçûye. Eger dewleta Tirk têk neçûba, wê êrîşê saziyên sivîl nekiriba.”

Berdevka TAJÊ diyar kir êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, ji êrîşên li ser Şengalê ne qute û wiha dewam kir: “Em êrîşên li ser Rojava, ji êrîşên li ser Şengalê û herêmên din qut nagirin dest, berovajiyê wê bihev ve girêdayiye. Îro êrîş dijî Rojavayê Kurdistanê ye, lê sibe wê li dijî Şengalê û cihekî din be. Hevpeymaniya navnetewî ji bo parastina baregeha xwe li balafireke Tirk xist, lê nabe tenê ji bo parastina xwe vê yekê bike. Eger hêzek weke hevpeymanî xwe li Iraq û Rojava (Sûriye) bicîh dike, divê li ser esasê parastina wê herêmê be. Lê di van êrîşên dawiyê de jî derket ku tenê ji bo berjewendiyên xwe, li wir bicîh bûne.”

Rîhan Hico berxwedana 12 salan a Rojava li dijî dagirkeriyê dike jî bibîrxist û got: “Gelê Rojava li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî 12 sale li berxwe dide. Em bawer dikin ku wê berxwedana gelê Rojava serbikeve, ji ber tenê xwe dispêre hêza xwe ya cewherî, pişta xwe nade ti hêzekî derve. Hêza wan ji îradeya wan, tifaqa wan ya bi gelên din re avakiriye, tê.”

Rîham Hico piştgiriya gel û bi taybet jî jinên Êzidî bi Rojavayê Kurdistanê re ragihand û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke jinên Êzidî alîkariya Rojava qet ji bîr nakin, ji ber gelê me yê Rojava me bi tenê ne hişt. Em yekin û dijminê me jî yeke. Lewma em gelê xwe ne madî ne jî manewî bi tenê nahêlin, dibêjin em li gel wene.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Bijî Rêber Apo’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.