Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em ê Şengaleke azad û xweser ava bikin!

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê di peyama xwe ya bi boneya salvegera rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAÎŞ’ê de got, “Em soz didin gel û şehîdên xwe ku berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê Şengaleke azad û xweser ava bikin.”

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi wesîleya 7. salvegera azadkirina Şengalê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi bîr dixe ku Şengal di 13’ê Mijdara 2015’an de bi qehremanî û berxwedaneke mezin ji çeteyên DAÎŞ’ê hat rizgarkirin û ragihand, “Ev pêngav bi pêşengiya hêzên YBŞ’ê yên gerîlayên azadiyê û şervanên YPG-YPJ’ê hate pêşxistin. Şengal kolan bi kolan, mal bi mal û gav bi gav hate azadkirin. Di serî de em kesên di vê pêngava berxwedanê de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin û soza afirandina Şengaleke xweser û azad didin.”

Daxuyanî bi vî rengî hatiye:

“Navenda bajarê Şengalê di 13’ê Mijdara 2015’an de bi pêngaveke mezin a leşkerî û bi berxwedaneke dîrokî ji destê çeteyên DAÎŞ’ê hate rizgarkirin. Ev pêngav di pêşengiya gerîlayên azadiyê, şervanên YPG û YPJ’ê û Yekineyên Berxwedana Şengalê ve hate pêşxistin. Beriya her tiştî em ew qehremanên mezin ku di pêngava rizgarkirina Şengalê de canê xwe dane bibîr tînin û soza Şengaleke xweser û azad ku me daye şehîdan dûbare dikin. Lazim e em tu carî ji bîr nekin ku Şengal di encama şer û berxwedaneke mezin de kolan bi kolan, mal bi mal hate rizgarkirin. Gerîla wê demê berxwedaneke mezin nîşan dan, ji bo civaka Êzidî gelek şehîd dan. Dîsa di pêşengiya şehîdên wekî Ş. Berxwedan, Ş. Zerdeşt, Seîd Hesen û Mam Zekî de berxwedan hate pêşxistin.

Niha 7 sal di ser vê pêngava dîrokî re derbas dibe, di nav van 7 salan de civaka Êzidî û gelên Şengalê xwe ji qirkirin û fermanê rizgar kirin, zincîrên koletiyê şikandin û ji bo Şengala xweser û azad gavên mezin avêtin. Bê guman ev pêşketin bi berdelên pir giran hate bidestxistin, hemû deskeftiyên civaka Êzidî û Şengalê bi saya şehîdên me yên nemir hene. Ji ber vê heqîqetê, lazim e di 7’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de em xeta berxwedanê jî xeta îxanetê jî car din bînin bîra xwe.

Ji dîrokê heya niha hem xeta berxwedanê hem xeta xiyanetê hebûye. Herkes vê xeta xiyanetê baş nas dike ku di fermana 2014’an de Şengal teslîmî DAÎŞ’ê kir. Bêyî ku guleyek biteqînin pêşmergeyên PDK’ê ji Şengal reviyan. Wan, xeta xiyanetê dan meşandin. Di pêvajoya rizgarkirina Şengalê de jî dixwestin vê xeta xiyanetê bimeşînin. Çawa ku di fermanê de PDK’ê gelek cihan teslîmî DAÎŞ’ê kirin, di pêvajoya rizgarkirina Şengalê de jî DAÎŞ’ê gund û komelgehên bakurê Çiyayê Şengalê teslîmî PDK’ê kirin. Civaka Êzidî vê xiyaneta PDK’ê wekî “Xiyaneta Mezin” binav kir. Ji wê rojê heya roja me ya îro jî PDK dest ji dijminahiya xwe ya li dijî Şengalê bernedaye û xiyaneta xwe berdewam dike.

Li hemberî vê xiyaneta mezin di pêşengiya gerîlayên azadiyê, keç û xortên Êzdîxanê de jî berxwedaneke mezin a dîrokî hate pêşxistin. Li dijî xiyaneta mezin, berxwedana mezin hate pêşxistin. Ev 7 sal in jî li aliyekî xeta xiyanetê ya PDK’ê, li aliyekî jî xeta berxwedanê ya Şengalê di nav têkoşîneke mezin de ne. Rast e, navenda bajarê Şengalê 7 sal berê ji destê çeteyên DAÎŞ’ê hate rizgarkirin lê îro jî şerê Şengala xweser û azad berdewam dike.

Niha di 7’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de, dewleta tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê êrişê wan kes û hêzan dike ku Şengal rizgar kirine. Dewleta tirk hem êrişê civaka Êzidî hem jî gerilayên azadiyê dike. Ş. Seîd Hesen, Ş. Mam Zekî, Ş. Zerdeşt, Ş. Azad fermandar û şervanên parastin û rizgarkirina Şengalê bûn û dewleta tirk ew şehîd xistin. Her wiha Gerilayên Azadiya Kurdistanê ji birîna Şengalê re bûn derman. Di fermana 2014’an de gerîlayên azadiyê Êzdayetiyê parastin, îro dewleta tirk bi çekên kimyewî êrişî wan dike. Niha hêzên herêmî û cîhanê xwe ji vê re bêdeng dikin.

Em di 7’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê de careke din soz didin şehîdên xwe û gelê xwe ku berdêl çi dibe bila bibe emê Şengala xweser û azad ava bikin û biparêzin. Em bawer dikin ku wê berxwedana gerîla jî biserkeve, berxwedana Şengalê jî. Em bang li hemû civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê dikin ku ji her demê zêdetir xwedî li berxwedanê, xwedî li azadiyê, xwedî li Şengalê derkevin. Dewleta tirk û PDK naxwazin gelê me vegere ser axa xwe. Dema çend mal vedigerin Şengalê, Şengal yekser tê bombebarankirin. Lazim e gelê me van êrişan ji xwe re neke asteng. Bersiva herî mezin a ji dijmin re vegera Şengalê ye.

Li ser vê esasê em carek din rizgarbûna navenda Şengalê li hemû gelê xwe û mirovahiyê pîroz dikin. Emê vê pêngavê, bi Şengala xweser û azad tacîdar bikin.”