Rêveberiya PDK'ê ji HDP'ê lêborin xwest
Li ser mudaxeleya asayîşa PDK'ê ya ku îro dest danîbûn li ser wesayîta nûnertiya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê û xwestîbûn ajokar binçav bike, rêveberiya PDK'ê ji HDP'ê lêborin xwest.
Li ser mudaxeleya asayîşa PDK'ê ya ku îro dest danîbûn li ser wesayîta nûnertiya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê û xwestîbûn ajokar binçav bike, rêveberiya PDK'ê ji HDP'ê lêborin xwest.
Îro seat 16:00'an de asayîşa PDK'ê ya Hewlêrê dest danîn ser wesayîta nûnertiya HDP'ê û xwestin ajokarê wesayîtê binçav bikin.
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Nadîr Yîldirim ragihand ku piştî bihistina bûyerê li gel rêveberên PDK'ê re hevdîtinek kirine û wiha got : "Rêveberên PDK'ê ragihan ku wesayîta wan radestî wan kiriye, lêborin xwestine. Diyar kir ku ji bo carekî din bûyerên bi vî awayî rû nede wê hê baldartir û şiyar tevbigerin."