'Rêveberiya Başûr keda têkoşîna sed salan xistiye metirsiyê'

Bêjerê Radyo ya Şoreş a Başûrê Kurdistanê Ferhad Sengavî dibêje: “Desthilatdariya xelet û çewt a hikûmeta herêm bûye sedem ku xebatên sed salên derbasbûyî ya gelê me vala biçe.”

Bêjerê Radyo ya Şoreş û parlementerê devra bihorî ya parlementoya herêma Kurdistanê di derbarê guhertinên siyasî yên Başûrê Kurdistanê yên dawî, alozî û nakokiyên rewşa herêmê û pêwîstiya yekîtiya netewî de ji ajansa me re axifî.

Ferhad Sengavî rewşa Başûrê Kurdistanê wiha nirxwand: “Di sed salê bihorî de şert û mercên navxweyî ya Kurdistanê û bi taybetî jî di aliyê derûniya mirovê Kurd û civaka me de qet heya niha ewqasî di rewşekî rizî, ji hev ketî û kavil de nebûye. Gelê me dibêje ku desthilat xwemaliye lê di rastiyê de ne xwemaliye belku ew desthilatiya xelet û çewt wisa kiriye ku ne tenê xebatê sed salên bihorî yên gelê me valabiçe her wiha wisa kiriye ku şeş hezar sal beriya niha jî ketiye ber lêpirsînê. Ezmûn, ziman, stran, huner edebiyat, perwerde û çanda 5-6 hezar sal beriya niha ye ku ji pêşiyên me gihiştiye destê me, me îro ew çênekirine ku wana niha hewl didin têk bidin.”

‘NIRXÊN NETEWÎ KIRINE MIJARA BAZIRGANIYÊ’

Di heman demê de Sengavî bal kêşande ser rewşa xirab a zimanê Kurdî û êrîşên çandî yên li ser gelê Kurd heye û bi dayîna mînaka berhemên hunerî yê hunermendê mezin ê Kurd Hesen Zîrek tekez kir ku nirxên netewî kirine mijara bazirganiyê û wiha pê de çû: “Eger mirov temaşe bike wê bibîne ku rewşa zimanê Kurdî pir nebaşe, stranên salên 60’î yên hunermendê mezin Hesen Zîrek ku sala 1972’an vefat kiriye, bêyî ku ji gel û malbata wê bê kirin niha ji bo reklama birinc û çay bikar tînin. Ev têkdana ziman e. Mixabin li welatê me tu pergal û dîsîplînek di cihê xwe de nemaye, piraniya wan awaz û meqamên Kurdî veguhertine şêwazê xweşxwaniya Quran û hedîsan, mela li mizgeftan hemû meqamên Kurdî birine û bikar tînin ku mirov ecêbmayî dimîne. Wan meqamane yên Sêga, Çarga, Nehavend, Rist û Beyat ên stranan bûn ku kirine meqamê hedîs û ayetan. Tu neteweyek wek me nehatiye serê wê, tevgerekî îxvanî-erdoganî yê Qeterî hatiye û li Kurdistanê serê xwe girtiye û diçe, navê hemû zarokên xwe kirine Musena, Osame, Enes û Suheyb. Êdî çiye me maye ku talan nebûye. Navên me, cil û berg, ziman, çand û dîroka me bi giştî hatine têkdan. Hurdegulî pir in û rewşa me pir xirabe.”

EM TESLÎMÊ PDK’Ê NABIN’

Derbarê aloziyên dawî yên li Zînî Wertê û bi cihkirina hêz ji aliyê PDK’ê li herêma YNK’ê ve Ferhad Sengavî got: “Pêwîstiya me bi wê hebû ku hêzên YNK û PDK bibin hêzekî niştîmanî lê PDK wis anabêje; belku dixwaze hêz radestş wê bê kirin. Eger hevgirtin bi wê şêwazê be em taslîm nabîn. Pêşmergeyên YNK’ê li Zînî Wertê diman û ev çend salên bihorî ji bo şerê li dijî DAÎŞ’ê hatibûn şandin, rojekî ji xew radibin û dibînîn ku PDK li Zînî Wertê ye, dema tu dipirsî hûn li wê derê çi dikin dibêjin em hatine kesên qaçaxçiyan bigirin. Wertê ne sînore û ne jî qaçaxçî tê de heye, ev senaryo ji bo çiye, dîsa ji bo şerekî din e? Piştre dibêjin şerê birakujî, lê di şerê birakujî de jî divê her du alî Kurd bin ne dewletekî dagirker aliyekî sor bike û ez jî jê re bêjim bira.”

Sengavî axaftina xwe domand û diyar kir: “Niha êrîşekî Feodalî û Erebî li hemberî me heye, pirsgirêkên me bi desthilata dere begî ya Erebî û Kurdî heye. Şaristaniya desthilatdariya Erebî û Tirkî şaristaniyekî lewaz, dirinde û tund û tûje, desthilata Ereb û Tirk ku Kurdistan dagîrkirine bi rêya (siyaseta asîmîlasyona) çandî ve civaka me têk dane. Desthilatiya Tirk û Ereb me dagirkirine, bi hezaran sale heya niha tenê weke hevudu dihizrin, wan êrîşekî feodalî li ser me dikin, ew mîna DAÎŞ’ê ne ji ber ku DAÎŞ êrîşeke feodaliye.”

‘PÊWÎSTE REWŞENBÎR JI SERDEMÊ RE BIBIN BERSIV’

Sengavî diyar kir ku pêwîste rewşenbîr, siyasetmedar û aliyên siyasî ji bo û li gorî wê serdemê bihizirin û wiha domand: “Pirsgirêk partiyên Kurdistanê ne ku bi giştî li gorî serdemê nînin, serdemê naxwînin da bizanin ku bi xwe û Kurd di çi çaxekî de ne. Divê em di wê qonaxê de Kurdîtiyekî pêşketinxwaz pêş bixin, pêwîste welatparêziya Kurdî têk nedin û nebêjin welatparêziya Kurdî xetere, têkoşînkirina li ser navê Kurdî ne xetere. Divê em çeka welatparêziya Kurdî bi şêwazekî rast li dijî dagirker û kevneperestan bikar bînin. Dema em gihiştin armancê netewî û niştîmaniya xwe vê demê pêwîstiya me bi Kurdbûnê namîne, vê demê şert û merc diguhere. Pêwîste em niha gelekî pêşektinxwaz bin û bizanin ku çi ne, çînên civaka Kurd çi dixwazin, em di çi qonaxekî de ne û em vê qonaxê çawa biguherînin.”

‘EGER YEKÎTIYA NETEWÎ NEBE EM JI BO ÇI NE?’

Ferhad Sengavî îşare bi kongreya netewî û girîngiya wê kir û ragihand: “Li gorî nêrîna min yekîtiya netewî pir başe, ji ber ku eger yekîtiya netewî nebe em ji bo çi ne? Li her çar beşê Kurdistanê pêwîstiya hevgirtin, alîkar û hevbeşiyekî me hebe û pêwîste hemû beşên Kurdistanê ji hev fêhm bikin. Divê hemû partiyên Kurdistanî di mijara kongreya netewî de xwedî yek nêrîn û hevfikir bin. Ew yek jî bi mirovên pak û temîz û welatparêz pêkane. Madem bi dijmin re dibin dost çoma bi neteweya xwe re nebin dost.”

Ferhad Sengavî wiha qala fikarên xwe yên derbarê PDK’ê jî kir: “Pêwîste aliyên siyasî fêhm bikin ku bi PDK’ê re xebat nayê kirin. Xebat; welatparêzî, Kurdîtî, pêşketinxwazî, demokrasî, azadî, mafê mirov û wekhevî dixwaze ku tu eleqeyekî PDK’ê bi wan tiştan re nîne lewma bi wan re xebat nepêkan e.”

Sengavî axaftina xwe bi wan gotinan ve bi dawî kir: “Li cîhanê gelek şer li Rojhilata Navîn qewimîn û pir vêran û kavil bûye. Dibe ku 20 sal pê biçe da ku Musil vere çêkirin, Bexda, Kerkûk û piraniya bajarên Iraqê jî bi heman rengî ne. Pêwîste ew yek were rêxistinkirin û pêwîstiya bazara cîhanê jî bi rêxistin û aştiyê heye. Dema ku aştî û aramî çêbibe wê wateya hizrên şerxwaz û kevneperest nemîne û vê aştî, azadî, pêşketin, wekhevî û demokrasî derkeve pêş û mirov hişyartir dibin. Dema mirovatî şiyar bibe wê hesabê ji kesim û komên elît û xirab bipirsin û wê rêveberî, kesim û partiyên baştir pêş bikevin. Min ji wê mêzandinê ve pêşbînî kiribû ku wê rewşa pêşerojê baştir bibe. Li gorî min hindek ji wan partiyên ku li Kurdistana mezin hene ne partî ne belku dem û çaxê wana kiriye partî. ji neçarî ve navê xwe danîne partî, şoreger û welatparêz; ez di wê baweriyê de me ku azadî û aştî wê yên wisa bihelîne, lewaz bike û wê zererê bikin.