Rêveberê HDP'ê Akaslan li Rihayê hate binçavkirin
Li Rihayê, rêveberê HDP'ê yê navçeya Karakopru ya Rihayê Emîn Akaslan hate binçavkirin.
Li Rihayê, rêveberê HDP'ê yê navçeya Karakopru ya Rihayê Emîn Akaslan hate binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên bi destê AKP/Qesra Erdogan tê kirin, didomin.
Li Taxa Başoren a girêdayî navçeya Karakopru ya navenda Rihayê, leşkerên Tirk û polîsan bi hev re avêtin ser malan. Di serdegirtinê de rêveberê navçeya Karakopru yê HDP'ê Emîn Akaslan hate binçavkirin.
Akaslan birin Midûriyeta Emniyetê ya bajêr.