Remziye Tosûn: Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê hewl da Meşa Gemlîkê manîpule bike û got, "Gelê Kurd bi yek dengî daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kiriye."

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn polîtîkayên hikumetê ji ANF'ê re nirxand û bang kir ku peyama di Meşa Gemlîkê de hatiye dayin bi rengekî rast bê xwendin.

Remziye Tosûn bi bîr xist ku Abdullah Ocalan ji sala 1999'an dema bi komploya navneteweyî hatiye girtin û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê bi rengekî girankirî hatiye tecrîdkirin û destnîşan kir ku bi taybetî piştî bidawîbûna 'pêvajoya çareseriyê' tecrîd hatiye girankirin. Remziye Tosûn got, "Tirkiye û Kurdistanê jî hatin tecrîdkirin. Jin, zarok, ciwan, siyaseta demokratîk, saziyên civakî yên sivîl hatin tecrîdkirin. Nabe ku mirov tecrîd tenê bi yekalî binirxîne. Tecrîda li Îmraliyê îro li her derê hatiye belavkirin."

'DIXWAZIN ÎRADEYA ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ BIŞIKÎNIN'

Tosûn ragihand ku tecrîd gav bi gav hatiye şidandin û wiha dewam kir, "Desthilatdarî dixwaze ev tecrîd li ser tevahiya Tirkiye û Kurdistanê dewam bike û desthilatdariya xwe jî bi polîtîkayên şer bidomîne. Li Iraqê, li Zapê, li Şengalê konsepteke şer dimeşînin. Dixwazin îradeya çar parçeyên Kurdistanê bişikînin."

'PEYAMA GEMLÎKÊ DIVÊ RAST BÊ XWENDIN'

Remziye Tosûn destnîşan kir ku Meşa Gemlîkê ya ku di rewşeke wiha de hate lidarxistin xwedî girîngiyeke dîrokî ye û got, "Êdî sebra gelê Kurd nema ye, sebra gelan nema ye, sebra jinan nema ye. Hemû jî daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin. Abdullah Ocalan dixwaze tevî gelan mîsyona aştiyê bi cih bîne û ev yek jî bi rêya birayê xwe Mehmet Ocalan anî ziman û got, 'Hefteyekê bidin min, ez pêşî li rijandina xwînê bigirim'. Lê belê hikumetê bi rijandina xwînê, rondikan û bi kuştinê bersiv da. Hikumet di şer de israr dike. Bi polîtîkayên şerê taybet û asîmîlasyonê wê bi ser nekevin. Hikumetê çiqasî hewl da be manîpule bike jî bi hezaran kesî li Amed, Edene, Stenbol û Kadikoyê tenê dirûşmek qîriyan, 'Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe'. Ev peyam di serî de hikumet divê ji aliyê her kesî ve rast bê fêhmkirin."