Rejîma Tirk li 16 gund û bajarokên Tetwanê derketina derve qedexekir!

Rejîma Tirk li 16 gund û bajarokên navçeya Tetwan a Bedlîsê heta 23:00’an  qedexeya derketina derve îlan kir.

Daxuyanî ji aliyê Walîtiya Bedlîsê ve hate dayîn û hate ragihandin ku li 16 gund û bajarokên navçeya Tetwanê qedexeya derketina derve hatiye qedexekirin.

Hinceta qedexeyê nehate eşkere kirin. Qedexe wê saet 10:00’an destpê bike û heta saet 23:00’an bidome.  Navê gund û bajarokên qedexe wiha ne; Teknecîk, Sallica, Boblesur, Beşîklî, Donertaş, Kepenek, Aktoprak, Ozeklî, Kisikli, Sûboyû, Yûmrûkaa, Ûçankûş, Çoreklî, Saridal, Guntepe û Beşparmak.