Rejîma Tirk dest li ser Şaredariya Sarûcanê jî danî

Rejîma Tirk dest li ser Şaredariya HDP'ê ya Sarûcanê jî danî. Hevşaredarên şaredariyê duh hatibûn desteserkirin.

Rejîma Tirk bi çarçoweya polîtîkaya qirkerî û dagirkeriyê ya li bakurê Kurdistanê dest li ser Şaredariyeke din a HDP'ê danî. 

Dewleta Tirk a dagirker vê carê jî dest li ser Şaredariya Sarûcanê ya Xarpêtê danî û qeyûmê mêtinger anî ser şaredariyê. Duh Hevşaredarên bajaroka Sarûcanê Bekîr Polat û Canan Tagtekîn hatibûn destgîrkirin.

Bi Sarûcanê re heta niha 46 şaredariyên HDP'ê hatine desteserkirin û tenê 12 şaredarî di destê HDP'ê de mane.