Rejîma Erdoğan li Kerboranê derketina derve qedexe kir
Rejîma Erdoğan li gundekî navçeya Kerboran a Mêrdînê erketina derve qedexe kir.
Rejîma Erdoğan li gundekî navçeya Kerboran a Mêrdînê erketina derve qedexe kir.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Tirk a li Mêrdînê, li gundê Tanyeri derketina derve hatiye qedexekirin. Hate gotin ku wê "operasyon" bê kirin û ji ber vê yekê derketina derve hatiye qedexekirin.
Piştî ku qedexe hate ragihandin, gelek leşker û cerdevanên Tirk dest bi operasyonê kirin.
Hikumeta Tirk ev çend sal in bi rengekî kêfî û ne hiqûqî li bajar, navçe û gundên Kurdan derketina derve qedexe dike. Û zexteke giran li gel dike.