Rejîma AKP'ê bi bayê bezê Heskîfê talan dike!
AKP, biryara Dadgeha Şêwirmendiyê ya ku barkirina berhemên Heskîfê betal kir, nas nake. Bi bayê bezê berhemên Heskîfa kevnar ji şûna xwe tên rakirin û tên barkirin.
AKP, biryara Dadgeha Şêwirmendiyê ya ku barkirina berhemên Heskîfê betal kir, nas nake. Bi bayê bezê berhemên Heskîfa kevnar ji şûna xwe tên rakirin û tên barkirin.
13. Daîreya Dadgeha Şêwirmendiyê, îhaleya barkirina cihên kevnare yên Heskîfê ku xwedî dîrokeke 12 hezar salî ye betal kiribû. Lê belê Wezareta Çand û Tûrîzmê ya AKP'ê vê biryarê nas nake. Piştî biryara betalkirinê, wezaretê dest bi lêpirsîna îhaleyê kir û îro jî barkirina kevnareyan dewam kir.
Piştî biryara Dadgeha Şêwirmendiyê ya betalkirinê, lez dan barkirina kevnareyan.