Rejîma Îranê vê carê jî li Şînoyê kolberek kuşt

Rejîma Îranê vê carê jî li Şînoyê kolberek kuşt. Di encama êrîşên hêzên rejîmê de kolberek hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Rejîma Îranê ya ku li dijî kolberên Rojhilatê Kurdistanê van deman êrîşên xwe zêde kiriye, vê carê jî li eyaleta Ûrmiyê, li bajarê Şîno kolber ji xwe re kirine hedef.

Li gorî agahiyên Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilat, hêzên rejîmê li Şîno, nêzî gundê Keleaşînê êrîş bi ser kolberan de birine, kolberek kuştine û yek jî birîndar kirine. Diyar bû ku kolberê birîndar rakirine Nexweşxaneya Şîno.

Her wiha hate ragihandin ku li eyaleta Ûrmiyê, li bajarê Serdeştê 20 kolber hatine binçavkirin. Diyar bû ku kolberên ku li gundê Dolebiyê hatine binçavkirin dest li ser mal û barê wan hatiye dayin û cezayê pereyan li wan hatiye birîn.