Rejîma Îranê mexdûrên erdhejê binçav kirin

Hêzên rejîma Îranê, 7 kes bi hinceta ku rewşa mexdûran a  piştî erdhejê ragihandine, binçav kirin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê, li Kirmanşanê 2, li Bokan û Serdeştê 4, li Sine jî kesek hatine binçavkirin.

Tê gotin ku rojnamevan Erjeng Zerguş ê li kovareke navxweyî kar dike, ji ber ku li ser rewşa mexdûrên erdheja Kirmaşanê dîmen weşandiye hatiye desteserkirin. Erjeng Zerguş di dîmenê weşandiye de dibêje; "Berpirsên hikumeta Îranê xiyanetê li civakê dikin û qet ji bo wan xizmetê nakin."
 
Ji aliyê din ve li bajarê Serdeştê 3 çalakvanên sivîl ên bi navê Rehman Medenî, Idrîs Mehmûdî, Selam Guknewaz bi hinceta li dijî hikumeta Îranê propaganda kirine hatin desteserkirin. Rehman Medenî, Idrîs Mehmûdî bi mercê wê werin şopandin berdan.
 
Li Kirmaşan Qasim Zergerzade ji ber ku têkildarî mexdûrên erdhejê dîmenek weşand û têde dezgehên hikumetê ji ber xemsariya alîkariyê rexne dike hate desteserkirin.
 
Mecîd Hisên ê ji Bokanê ji ber ku têkildarî erdheja Kirmaşanê nûçe belav kiriye hate desteserkirin û li Sineyê jî Şeham Ferhadî dema ji bo mexdûran alîkarî kom dikir hate desteserkirin.