Rejîma Îranê kolberekî Kurd kuşt

Hêzên rejîma Îranê li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê êrîşî kolberên Kurd kirin û kolberekî Kurd kuştin.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, roja 26'ê Adarê li gundê Kanîzerdî yê Serdeştê ku li ser sinorê Rojhilat û Başûrê Kudistanê ye, rejîma Îranê dîsa gule li komek ji kolberên Kurd reşandin. Di encamê de kolberekî Kurd hate kuştin.

Navê kolberê hate kuştin Îbrahîm Silêmaniye ye û ji gundê Kanîzerdî ye. Îbrahîm Silêmaniye zewiciye û zarokên xwe hene.

Ji Newrozê heya niha tenê li devera Serdeştê kolberek hatiye kuştin û du kolber jî birîndar bûne.