Rejîma Îranê kesekî dî jî yê ku kolberî dikir, qetilkir
Rejîma Îranê kesekî dî yê ku di navbera sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de kolberî dikir qetilkir.
Rejîma Îranê kesekî dî yê ku di navbera sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de kolberî dikir qetilkir.
Rejîma Îranê 4’ê Gulanê li herêma Şapatanî ya navçeya Şino a girêdayî Eyaleta Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê kolberek qetilkir.
Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê di êrîşa hêzên rejîma Îranê de kesekî bi navê Nuredîn Ibrahîmî hate qetilkirin û 3 kes birîndar bûn. Rewşa birîndarekî jê giran e.
Li gorî heman daneyan rejîma Îranê di navbera Nîsana 2016 û Nîsana 2017’an de 96 kes qetilkirine.