Dadgeha Komarî ya Îslamî ya Îranê ya li Merîwanê 6 meh cezayê girtîgehê û 30 qemçî li 13 çalakvanên sivîl birî.
Li gorî Saziya Mafên Mirovan a Kurdistanê, Fûad Yusifî, Efşîn Rehmanî, Kemal Kohnepoşî, Seyîd Umîd Secadî, Şehab Zemanî, Mubîn Nadêrî, Tarêq Rustemî, Diyako Teba, Hîmet Kerîmî, Mêhdî Tarêqî, Seyîd Umîd Heqperest, Elî Yeqûbî û Mihemed Nadêrî yên ji Merîwanê, bi îdîaya ku li ber ber qanûna xwepêşandanan a Îranê rabûne hatin cezakirin.
Cezayê 6 mehan ê girtîgehê û 30 qemçî yê ji aliyê Dadgeha Merîwanê ve hate birîn, ji bo salekê hate taloqkirin.
Doza ku li çalakvanan hatibû vekirin, ji ber xwepêşandaneke 12'ê Cotmeha 2019'an bû.
Di vê xwepêşandanê de ya li Parka Milet ya Merîwanê, êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê hatibûn şermezarkirin.