Rejîma Îranê du Kurd li herêma Hewramanê destgîr kir
Hêzên rejîma Îranê doh 2 Kurdên din li herêma Hewramanê destgîr kirin.
Hêzên rejîma Îranê doh 2 Kurdên din li herêma Hewramanê destgîr kirin.
Di çarçoveya şidandina atmosfera tirsê de li Rojhialtê Kurdistanê ji hêla saziyên îstixbarata rejîma Îranê, gazîkirin, girtin û tehdîdkirina welatiyên Kurd didome.
Li gor Tora Mafên Mirovan a Kurdistan (KHRN), roja Sêşemê hêzên îstixbarata Sipahê êrîş birin ser cihê kar ê Aram Edwayî û Burhan Edwayian yên ji gundê Selînê. Hêzên rejîmê bêyî ku destûra dadgehê hebe ew destgîr kirin û birin cihekî nediyar e.
Herwiha di heman rojê de welatiyek din ji wî gundî bi navê Burhan Edwayî ji aliyê îstixbarata Sipahê hate vexwendin û piştî çend saet lêpirsîn, hate berdan.
Hêjayê gotinê ye ku di meha borî de çar hemwelatiyê din ên herêma Hewraman bi navên Zanyar Moradî, Hemîd Ehmedî, Ferdîn Edwayî û Ensar Edwayî ji hêla îstixbaratên rejîmê hatibûn girtin û bi awayekî demkî ew serbest berdabûn.
Di rojên dawî de destgîrkirina çalakên hawirdorparêz û sivîl ji aliyê rejîmê û bi armanca belavkirina tirsê zêdetir bûye. Hêzên îdareya Îtilia’at û Îtilia’ata Sipahê di dema girtina wan welatiyan de serê wan dipêçînin û bi awayekî bê exlaq nêzîkê wan kesan dibin.