Rejîm dîsa li pey çeqçeqoka ketiye

Rejîma Esad ku bi Şoreşa Rojava re gelek cih winda kir, ketiye pey propagandaya ku 'wê rejîm careke din cihê winda kiriye bi dest bixe'. Heman propaganda di destpêka sala 2015’an de jî hatibû kirin.

Rejîma Esad ku bi piştgiriya Rûsya û Îranê piştî 4 salan ji sedî 96 ê bajarê Helebê stand niha jî di serî de li bajarê Qamişlo, li Rojava ketiye nav tevgeriya propagandayek vala. Hat ragihandin ku efserekî rejîma Esad ê li Qamişlo bi çend endamên xwe ve car caran ji noqteyên xwe yên leşkerî bi kincên sivîl derdikevin bajêr û ji hin karmendên xwe yên berê re propagandaya, wê rejîm cih û warên winda kiriye careke din paşde bigire. 

GELO TILIYA VÎ EFSERÎ DI TEQÎNA KOLANA SITÎN DE HEYE?

Hat destnîşankirin ku efserê bi navê Hûsam û hevalên wî, wek komek nijadperest tê nasîn û ji ber di demên dawî de gelek endamên artêşa rejîmê ji nav artêşê reviyane û tevlî nava QSD’ê bûne, ev kom pir aciz bûye. Efser Hûsam ku ji karmendên berê ya rejîmê re propagandayê dike, îdea dike ku ew ciwanên ji nav hêza rejîmê reviyane wê poşman bibin, lewra wê rejîm careke din cihê winda kiriye paşde vegerîne. 

HEMAN PROPAGANDA DU SAL BERÊ JÎ HATIBÛ KIRIN!

Heman propaganda ku 'wê rejîm careke din cihê winda vegerîne', di destpêka sala 2015’an de jî bi belavkirina belavokan hatibû kirin. Di belavokê de ev tişt hatibû nivîsandin; "Bila gel qet meraq nekin rejîm wê careke din vegere, cihê winda kiriye di nava 6 mehan de paşde bigire"." Di ser vê propagandayî de ne 6 meh tenê ev 2 sal zêdetir derbas bû û tiştek ji rejîmê nehatiye. Berevajî vê yekê, di encama provakasyonên ku ji hêla rejîmê ve hat derxistin de, di Qamişlo’de çend noqteyên eskerî jî winda kir.