Referandûma Kerkûkê: Kurd li ser sendoqan, Tirkmen û Ereb boykot dikin

Li Kerkûkê ku heta kêliya dawî jî nediyar bû bê ka wê sendoq werin danîn an na, Kurd diçine ser sendoqan,Tirkmen û Ereb naçin ser sendoqan.

Di referandûma Başûrê Kurdistanê de, ku heta kêliya dawî jî ne diyar bû bê ka wê sendoq werin danîn yan na, Kurd diçine ser sendoqê, lê li taxên Ereb û Tirkmenan bêdengiyek heye.

Li Kerkûkê, ku   li gorî xala 140’î ya destûra Iraqê ku 2005’an hatî danîn, di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Başûrê Kurdistanê de weke ‘herêmên ne zelal’ man û dihate payin ku 2007’an statûya wê diviya bi referandûmê bihate diyarkrin, li gorî daneyên fermî 750 hezar hilbijêrên wê hene.

Ji bo dengdanê ku îro saet 08.00’an dest pê kir, li taxên ku Kurd lê dijîn çûne ser sendoqê heyê lê li taxên Tirkmen û Ereb rêjeya çûna ser sendoqê pir kêm e.

Li taxên Rehimava, Azadî, Mamostayan, Şorice, İskan, Bilax, Koriyeşkew, Hesîreka, Tepê Mele Ebdulah, Derwazê Bakûr, Îmam Qasim, Şorax û Ehmed Axa ku piranî Kurd lê dijîn gel diçe ser sendoqan.

Lê li taxên Rêya Bexdayê, 1’ê Hezîranê, Wehde, Hurriye, Mendude, 7’ê Nisanê, Hey Baas, Nesrû Uribe, Qadisiye û Xirnateku piranî Ereb lê ne rêjeya kesên ku diçine ser sendoqê pir kêm e.

Li taxên Musala, Muelîmin, Rêya Bexdayê, Kasapxane û Elmasê ku piranî Tirk lê dijîn diyar dibe ku banga boykotê bersiv ji xwe re dîtiye.

Her wiha li taxên ku Tirkmen lê pir in, li hin têket û derketa taxan de mirovên rûyê wan girtî, bi çek ku diyar dibin endamên Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) ne, disekinin.

Li taxên Kurdan ên Kerkûkê ku ANF li rajena taxan dinere, Kurd piştî dengdanê konvoyan çêdikin, li taxên Tirkmen û Ereb jî dirabe girtî ne û kuçe vala ne.

Li Kerkûkê li gorî hilbijartinên 2014’an, 53 ji 100’î Kurdi 47 ji 100’î jî Ereb û Tirkmen in.

Li parlamentoya Iraqê 12 kursiyên Kerkûkê hene, ji van 6 yên YNK’ê, 2 yên PDK’ê, 2 yên Ereban û 2 jî yên Tirkmenan.