'Rêber Apo li dijî komployên nû hişyariyê dide gelê Kurd'

Kaçan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan bal kişandiye ser metirsiyên mezin ên li ser destketiyên gelê Kurd û got, ji bo yekrêziya nava Kurdan û yekîtiya neteweyî divê her hêz guh bide bangên Ocalan.

Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçan li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo yekîtiya neteweyî axivî.

Kaçan bal kişand ser bûyerên ku di sedsalên 18 û 19'an de qewimîn û hiştin ku gelê Kurd bi tunebûnê re rû bi rû bimînin bi bîr xist û got, "Ji bo em bikarin weke neteweya Kurd bigihin mafên xwe yên rewa, ji bo destketiyên me yên heyî dest neçin pêwîste em tecrûbeyên xwe yên derbasbûyî, demboriya xwe berçav re derbas bikin. Dema mirov hinekî dûr diçe, ev rewşa gelê Kurd di nav de ye, aloziya ku dijî, parçebûna dijî dirêjî salên dûr dibe. Nêzî du sed sal in gelê Kurd di nava qirkirinekê de, di nava komkujiyê de, di nava pergalekê îmha û înkar, pijavtin û berxwedanê de ye. Dema mirov sedsala 18-19 û 20’an dinirxîne, bi taybetî jî sedsala 20’an rewşa Kurda ya wê demê û piştê wê mirov hinek binirxîne wê baş bibe. Pêvajoya dîroka Osmaniyan di sala 1514'an de de ango sedsala 15-16'an de bi taybetî sedsala 16'an de gelê Kurd li ser xaka xwe di nava sînorên Osmaniyan de weke gelek caran di dîroka wan de jî tê behskirin weke eyaleta Kurdistanê, mafê herêmî yên Kurdan dikarin xwe îfade bikin. Bi peymanekê di sala 1514 de em nabêjin weke dewletekê lê weke serxwebûnekê di her heremê de Kurd dikarin xwe îfade bikin, Kurd dikarin bi şêweyê xwe bijîn. Bi ziman, çanda xwe, hebûna xwe bijîn. Ev rewş heta salên 1800 didome. 1800 şûnde çima ev pêvajoya em niha pê re rûbirû mane dest pê kir. 1800'an de di demê padîşahê Osmaniyan Mehmudê 2.de ev mafên gelê Kurd ên beriya wê 200 salan hatibû naskirin tune hatin hesibandin. Ew mafê herêmî li gor eşîran, herêman ji bo gelê Kurd hatiye naskirin di pêvajoya Mehmudê 2. de ji holê hate rakirin. Ew azadiya ji bo Kurdan hatiye dayîn di hêla ziman, çand, dîrok, nasname de li wê derê ji holê rakir. Em dikarin bêjin ev bû destpêka têkoşîna 200 salî ya heta roja îro hatî meşandin. Di wan çaxan de salên 1088 heya digihije 1839 gelê Kurd bi qirkirinekê mezin re rûbirû hate hiştin. Heya wê demê gelê Kurd bi gelên herêmê re di nava aramî û aştiyê de dijiya. Lê gava salên 1800’an mafê wan ji destê wan hate girtin, bi qirkirinên mezin re rûbirû ma êdî ber bi tunebûyînê ve diçû."

'KURD BI XWE DESTÊ NEYARÊN XWE BI HÊZ DIKIN'

Têkoşîn û berxwedana gelê Kurd di salên 1880'î de li hember Osmaniya û Farisan pêk tîne jî wiha bi lêv dike; "Salên 1880'î gelê Kurd ji bo jiyana xwe ya beriya wê dijiyan, mafên xwe yên rewa li hember Osmaniyan, Farsan ketin nava têkoşînê. Ev rewş heta salên 1900î berdewam kir. Ew qirkirin, înkar-îmha û ji holê rakirina îradeya Kurd 1800î destpêkirî di destpêka salên 1900'î heya avakirina komara Tirkiyê 1923 peymana Lozanê ev gihişte astekê hîn xetertir. Vê carê sozên ku ji bo Kurdan hatine dayîn di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de hatin jibîrkirin. Bi avakirina Komarê re pêwîst bû weke du netewên cuda, Kurd-Tirk vê komarê avakiriban, lê wê derê dîsa îxanet li Kurdan hate kirin, Kurd tine hate hesibandin. Bi sloganên li Tirkiyê tenê Tirk dijîn, ji derveyî wê yên Tirkiyê dijîn tenê dikarin koletiya wan bikin. Ev yekê tenê Tirkan ne anîn serê me, Kurd bindestiya xwe, an jî dibin destiya Kurdan de, dagirkeriyê de Kurd bi xwe rolê serekê leystiye. Dema em qala salên 1800-1900î dikin yê ku pêşengtî ji dagirekeriyê kiriye û hiştiye ku Kurd ber bi tunebûyînê ve biçe cardin Kurd bi xwe bûn. Peymana Lozanê ev yek zêdetir derdikeve. Di peymana Lozanê de ya ku Kurdistan ji hêla Osmaniyan ve, Fars, Îngîlîz û Fransa ve hatiye perçekirin, mebusên Kurdan, nûnerê Kurdan, di meclîsê de cihê xwe digirtin, di meclîsê de bi awayekî eşkere di peymana Lozanê de hevkariya neyar kirin, weke ku pêwîst nake Kurd weke gel û netewe cûda were naskirin. Li vir Kurdên bê îrade, yên ku hatine amadekirin, ji bo dewletê kar dikin hiştin ku mafên Kurdan ji destê wan were girtin. Ev bû sedem ku çawa di salên 1880î de têkoşînekê yê Kurdan destpê kiribû şoreş çêbû, serhidan çêbû salên 1925 heya 1938-1940'î di pêvajoya serhildanên Dersim Seyîd Riza de dîsa Kurd li beramberê parastina mafên xwe, ji bo îradeyek azad, nasnameya xwe, ji bo çanda xwe neçar man ku serî hildin."

Kaçan bal kişand ser asta gelê Kurd a di sedala 21'ê de gihiştiyê û destketiyên bi dest xistine û got, "Ruxmê ewqasî qirkirin, polîtîkayên înkar-îmhayê, gelê Kurd di nava berxwedaniyek mezin de, bi bedelên mezin bi şoreş û serhildanan karî di sedsala 21'emîn de di qada navneteweyî de gihiştiye astekê ku êdî nasnameya wê were naskirin, êdî ew bê bawerî û bêhêvîtiya ku 200 salên derbasbûyî de di gelê Kurd de hatiye çandin, bi taybet ew armancên neyar danîne pêşiya xwe ji bo tunekirina Kurdan û bêdeng kirina Kurdan. Li gorî min di sedsala 21'ê de ev xeterî danîne aliyekê, li her çar perçeyê Kurdistanê ew rihê Kurdayetî, rihê berxwedanê, asta zanistiyê, li hebûna xwe xwedî derketin, ew hestê ku yekitiya neteweyî pêwîstî pê heye , gihişte astekê diyar û berbiçav. Em nabêjin di sedala 21.de xeterî nemaye û em êdî xeteriya tunebûyînê re ne rûbirû ne. Lê şert û mercên niha û yê berê tiştên ku Kurdan di 200’an de jiyan kirine îro Kurd gihiştine merheleyek diyar. Lê eger di têkçûyîna Kurdan de Kurd bi xwe aligirê neyarê xwe nekiriba, ji hêla dagirkeran ve nehatibe bikaranîn, dewletên dagirker nekarîne Kurdan têk bibin. Eger Kurd bê îrade mane, têk çûne, qetlîamê re rûbirû mane, bi destê Kurdên hatiye bijavtin, xwefiroş, Kurdên ku ji bo berjewendiyê dewletê li hember Kurdên azad dihatin bikaranîn. Niha di sedsala 21'ê de rewşa Kurdan çiye wê ber bi ku ve biçe, tecrûbeyên dused salî yên dema borî dema mirov digre dest, mirov dikare li vir rola Rêber APO bigre dest. Derketina Apopyiyan di bin rêbertiya Rêber APO de digre dest salên 1980’an de weke pêngavek ji xew şiyar kirina Kurdên mirî yên bê hêvî bûyî bûye çirûskek ya ronahiyê. Armanca derketina PKK’ê, armanca Rêber APO ji roja destpêkê, heya pêvajoya girtîgehê jî bi hizrekê ev bêhêviya derketî ji holê rakirin, li ser esasê yekitiya neteweyî, li her çar perçeyan de gihandina hev û Kurdekê azad, bi îrade, xwedî nasname, xwedî çandek û dîrokekê azad dayîna avakirin bû. Ev hewildanên Rêber APO her tim berdewam kir. Dema em temaşe dikin pêvajoyên salên 1978’an de heya roja me ya îro li beramberê van hewildanên Rêber APO yên Kurdan nêzî hev kirin, xeteriya li ser Kurdan hatiye ferz kirin, hewildanên ji bo afirandina Kurdên azad, rakirina Kurdên kolê yên ku ji hêla dewletê ve tên bikaranîn, ji bo Kurd bibin malê xwe ev hewildanên wê ji hêla Kurd û partiyên Kurdan ve hatiye asteng kirin."

'PÊWÎSTE BANGA RÊBER APO RAST WERE FÊHMMKIRIN Û BICIHANÎN'

Kaçan bi taybetî jî di nava nirxandinên xwe de li ser bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku di 27’ê Nîsanê de dabû diyar kirin diraweste û gotinên xwe bi vê awayî di domîne; "Rêber APO di 27’ê Nîsanê de bi riya telefonê gava birayê xwe re di axive bal dikşîne li ser xeteriya heyî. Beriya 200 salan Kurd kîjan metirsiyê re rûbirû bûn, bi banga Rêber APO re ev tê fêmkirin ku heman xeterî cardin heye.  Ji bo vê pêwîste banga Rêber APO yê ji bo holê rakirina xeteriya heyî, pêkhatina yek rêziya nava Kurdan de, yekitiya neteweyî de, Kurd beramberê hev nerawestin, Kurd li hember hêzên Kurd, birayên xwe li gel neyarê xwe nesekine baş were fêm kirin. Dagirkerên Kurdan vê lawaztiya Kurdan pir baş bikartînin. Bi taybetî her çar perçeyê Kurdistanê de. Em berê xwe bidinê li Bakurê Kurdistanê pêşxistina pergala cehştî, li Başûrê Kurdistanê destdirêjiya nava partiyên PDK-YNK û hizbên Kurdî de, Rojhilatê Kurdistanê de ji pergala cerdevanî pêşxistin, di Rojavayê Kurdistanê de Kurdên di bin xizmeta xwe de avakirin ev weke giriyek kor li beramberî pêşketina Kurdên azad, li beramberê xwe gihandina mafên xwe yên rawa her tim dewletên dagirker vê yekê bikaranîne. Di roja me ya îro de tişta ku li Başûrê Kurdistanê pêk tê ev e. Pêwîste em banga Rêber APO baş binirxînin. Rêber APO dixwaze bal bikşîne li ser xeteriya heyî. Ger ku îro di Kurdistanê de şoreşa PKK’ê winda bike esas tevahî Kurd winda dike. Ev dewletên dagirker dixwazin destketiyên Kurdan yên bi xwîna hezaran şehîdan ava bûye, bi şoreş û serhildanên mezin çê bûye dixwaze 2020’an de ji holê rabike. Ji bo vê Rêber APO bal kîşand li ser mutabaqata 1982’an ya ku bi Îdrîs Barzanî re hevpeymanek îmze kiribû. Sedema pêkanîna vê hevpeymanê jî Rêber APO û Îdrîs Barzanî jî xeteriya di roja me ya îro de dîtine. Di wê demê de gava hate avetin jî li ser esasê Kurd êdî bibe yê xwe û xwe ji koletî û dagirkeriyê xilas bike, êdî xîzmeta Kurdîtiyê bike. Partiya Demokratîk a Kurdistan rihê vê hevpeymanê xwedî derneketiye. Di salên 1992-95-97 û îro jî gava em planên li Zînî Wertê tê kirin jî meyze dikin xeteriya Rêber APO û Îdrîs Barzanî di sala 1982’an de dîtine îro di meriyetê de ye."

'BILA BARZANÎ REFERANDÛMA 2017'AN JI BÎR NEKE'

Kaçan di berdewamiya gotinên xwe de ji bo partiyên Kurd bi taybetî PDK jî diaxive û balê dikşîne li ser hişmendî û nêzîkatiyê dewleta Tirk ya ku ji çanda Osmaniya tê; "Pêwîste PDK, tevahî hêz û hizbên Kurdî vê yekê baş bizanin. Bi taybetî PDK pêwîste vê baş bizane yê ku di salên 1914’an de ji ber daxwazên xwe yên rewa, ji ber pêşengtî ji şoreşa Kurdistanê re dikir Şêx Ebdul Selam Barzanî li Musilê dervekirî dewleta Osmaniya bû. Ew hişmendiya ku di salên 1914’an de Şêx Ebdûsselam Barzanî ya ku wê demê pêşengtiya şoreşê dikir û pêşengê mala Barzanî bû ber bi darvekirinê ve biriye, cardin heman hişmendî di 25’ê Îlona sala 2017’an de di wextê referandoma serxwebûna Kurdistanê de di Erdogan de xwe da der. Ev bi hev ve girêdayî ye. Di wê referandomê de eşkere derket ku ew bi xwe neyarê Kurd yên sereke ne. Serxwebûna Kurdistanê, hebûna Kurdan tehemmûl nakin. Îro xeterî ne tenê li ser beşek û hêzek yê Kurdistanê ye. Xeterî li ser tevahî Kurdistanê ye. Hişmendiyê 1980-1923-1980 û 2020’an heman hişmendî ye. Ji bo vê pêwîste gelê Kurd bi taybetî banga Rêber APO re tê bigihêje ku xeterî pir e. Bi taybetî jî gelê me yê Başûr, ji ber gelê me yê Başûr gelek êş ji birakujiya di navbera hizbên Kurdan de PDK-YNK de kişand. Bêguman ev yek jî leystokên neyar bûn, îro jî heman armancê ji bo tune kirina Kurdan, ji bo holê rakirina destkeftiyên Kurdan heman hişmendî li ser kare. Heman plan, leystok û seneryo îro li ser kare."

Kaçan di dawiya gotinên xwe de bangawazî li tevahî Kurdan bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê dike û bi van gotinan dawî li axivtinên xwe tîne; "Pêwîste gelê Kurd, serok eşirên Kurdan, bi taybet tevahî perçeyên Kurdistanê vê yekê baş bibînin û helwestên xwe bi awayekê zelal daynîn holê. Ji bo yekrêziya Kurdan li hemberê dagirkeran ji bo xwe gihandina mafên xwe yên rewa, ji bo nasnameya ku me îro qezenç kiriye, di hêla çand, dîrok, nasname de destketiyên Kurd têk neçe hem hizbên îro hevkarên dagirkeran dikin xwe vegerin, ger ku xwe venegerîn yê ku destpêkê têk biçe ew bi xwe ne. Pêwîste gelê Kurd bi taybetî gelê me yê Başûrê Kurdistanê di vê yekê de hişyar be, bi aqilane tevbigere û xeteriya heyî bibîne li gorê wê tevbigere. Ger ku her çar perçeyê Kurdistanê bi rihekê neteweyî bi rihê Kurdê azad tevbigerin, beramberê partiyên ku hevkariya dewleta Tirk dikin, ser xistina armanca dagirkeran de rol dileyzin wê mecbûr xwe vegerin, wê gelê Kurd di sedsala 21'ê de destketiyên xwe pêşde bibin. Ya ku îro dikeve li ser milê gelê Kurd bi taybetî gelê me yê Başûrê Kurdistanê, rewşenbîr, mamoste, hûnermendan û zanayan xwedî li erkê xwe derketine. Ger ku xwedî li erkên xwe dernekevin, gelê Kurd li hember dagirkeran nebin xwedî helwest dused salên derbasbûyî de êş û azarên gelê Kurd jiyan kirî, disa di encamê wê de berxwedaniya kirî û destketiyên dest xistine berbi tunebûyîne ve biçe. Gelê Kurd xeteriyek mezin û metirsiyek mezin re rûbirû bimîne. Ger ku em îro hişyar tevnegerin, di yekitiya Kurd de israr nekin wê enfalên hên mezintir, Helebçe, Geliyê Zîlan, Efrînên hîn mezintir derbikevin. Wê gelê Kurd ne bi salan wê dused salên din jî başte biçe."