Rêber Apo divê bi fîzîkî azad bibe!
Komîteya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan ya Başûr’ peyamek da û got, ‘Divê Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe û ji bo bicih anîna pêdiviyên manîfestoyê em ê hewl bidin.”
Komîteya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan ya Başûr’ peyamek da û got, ‘Divê Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe û ji bo bicih anîna pêdiviyên manîfestoyê em ê hewl bidin.”
Pîrozbahiya Newroza Binarê Qendîlê bi coş û germahiya xwe ve berdewame. Komîteya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan ya Başûrê Kurdistanê’ di pîrozbahiya Cejna Newrozê ya li Binarê Qendîlê de, peyamek belav kir. Peyam ji aliyê Endamê Komîteyê Şoreş Xidir ve hate xwendin.
Peyama Komîteyê wiha ye:
“Hemwelatiyên hêja, beşdarên pîrozbahiya Newrozê, em bi germî vê rojê bi nirx li we pîroz dikin, li Rêberê gelên azadîxwaz li Rêber Apo, şehîdên Newrozê û hemû şehîdên aştî, azadî û demokrasiyê, li Gerîlayên li çiyayên azad û şervanên li eniyên şer ên Rojavayê Kurdistanê, li hemû girtiyên siyasî û malbatên şehîdan, li hemû kesên ku ji bo aştî, azadî û edaletê têdikoşin, êş û azaran dikişînin, li hemû mirovahiya aştîxwaz û azadîxwaz pîroz dikin.
Gelî hevalno; Em Newrozê di demeke wiha de pîroz dikin ku peyam û banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ rojeva sereke ya gelê me, gelên herêmê û cîhanê ye. Rêber Ocalan di peyama xwe de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û gelên herêmê manîfestoyek pêşkêşî me kir. Ew ji me daxwaz dike ku em naveroka banga wî fêm bikin û di heman demê de bi ruhekî berpirsiyar nêzî vê qonaxê bibin û xwe ji serkeftina vê derbasbûna girîng û hestiyar berpirsiyar bibînin. Rêberê me di banga xwe de bi awayekî stratejîk nêzî aştiyê dibe û derfetê dide civakan, bi taybetî jî civaka Kurd û Tirk, şer, kuştin, parçebûn û pevçûnan bi dawî bikin. Ji bo vê jî nexşerêya aştî û çareseriyê di asta herî jor de pêşkêşî raya giştî kir. Rêber Ocalan ji bo tevger û gelê me modeleke nû ya têkoşîna azadiyê pêşniyar dike û pêşengiya pratîk a vê têkoşînê layiqî gel dibîne. Rêber Apo ji kesayet, endam û hemû beşên civaka Kurd dixwaze ku di serkeftina vê têkoşîna ku ev nêzî 50 salin gelek berhem, nirx, pîrozî û serketineke mezin daye gelê meû me aniye asteke wisa ya hişmendî, zîhnî, exlaqî, siyasî û rêxistinî, rola pêşeng bilîzin. Ger em bi berpirsyarî û bi tolerans tevbigerin, emê karibin barê şoreşê, pêdiviyên demê û barê modela nû ya têkoşînê ku Rêberê me layiqî me dibîne hilgirin.
Temaşevanên hêja;
Cejna aştî û jiyana hevbeş a civakan pîroz dikin: Banga Rêber Apo hêz û moral daye me hemûyan. Ji bo aştî û çareseriyê her kes neçar kiriye ku têbikoşe. Çawa ku Rêberê me di şerê rizgariya gelê me de şervan, fedekar û êşkêşê herî mezin bû, ji bo aştiyê jî şervan û fedekarê herî mezine û ji aştiyê re amade ye. Em di wê baweriyê de ne ku yekane mereqa Rêber Ocalan têgihiştina me ya naveroka banga wî û di vê çarçoveyê de xwe birêxistinkirine. Beriya her tiştî girînge ku em weke civaka Kurd di nava xwe de veguhertineke derûnî çêbikin û li gorî prensîb û pêwîstiyên aştî û civaka demokratîk werin cem hev û xwe xurt bikin û di têkoşîna nû de cih bigirin.
Rêhevalên hêja;
Xebatkarên Rêya Azadiya Kurdistanê: Divê em vê rastiyê fêhm bikin ku hê jî gelek metirsî û komplo hene û hîn jî li herêmê zîhniyeteke ku bi aştî û jiyana azad a gelan re eleqedar nabe, heye. Li ser me ye ku em vî dijminî û vê zihniyetê bînin ser rêya aştî û naskirina maf û azadiyên gelê xwe. Ji bo vê yekê jî dîrok fermanê dide me ku em vê derfeta dîrokî bi dest bixin û wek neteweyek pêşeng ji bo pêkanîna aştî, azadî, demokrasî û dadperweriyê li herêmê rola xwe bilîzin.
Weke Komîteya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ em berpirsyarî û giraniya peyam û banga Rêber Apo hîs dikin. Beriya her tiştî emê bi hewldana azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo û di heman demê de bi zindîkirina naveroka manîfestoya Rêber Apo ji bo aştî û avakirina civaka demokratîk hemû hewldanan bidin.
Bijî Newroza cejna azadiya gelan
Bijî gelê Kurdistanê yê berxwedêr, aştîxwaz û azadîxwaz
Bijî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk
Bijî Rêber Her Bijî Rêber Ocalan!”