'Razemeniya mezin' a AKP'ê ya li Amedê qediya

Girtîgeha Tîpa T1, ku piştî Sîlîvriyê duyemîn mezintirîn girtîgeha Tirkiyeyê, li Amedê hate çêkirin. Ev girtîgeha ku kapasîteya xwe 2080 kes e û tê de girtîgehên jin û zarokan jî hene, wê di rojên pêş de radestî Wezareta Edaletê bê kirin.

Derî û dîwarê hin hucreyên girtîgehê hatine îzolekirin û deng jê derbas nabin. Di bernameya Wezareta Edaletê de, ji bilî Girtîgeha Girtî ya T1, çêkirina girtîgeheke din a T2 li Amedê, heye.

Ji bilî Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa E û Tîpa D a li Amedê, piştî Sîlîvriyê duyemîn mezintirîn girtîgeha li Tirkiyeyê li Amedê hate çêkirin. Girtîgeha Girtî ya T1 bi fermana Erdogan li navçeya Peyasê li ser erdekî ji 1.413 donimî hate çêkirin.

Tê payin ku îsal radestî Wezareta Edaletê bê kirin. Girtîgeha Girtî ya Tîpa T1 ji blokên ji 636 kesî pêk tê û tê de Girtîgeha Jinan a kapasîteya xwe 280 kes e, Girtîgeha Zarokan a kapasîteya xwe 288 kes e û Girtîgeha Vekirî ya kapasîteya xwe 240 kes  e, hene.

DI MALPERA WEZARETÊ DE HAT RAGIHANDIN, KU WÊ T2 JÎ BÊ ÇÊKIRIN

Di malpera înternetê ya fermî ya Wezareta Edaletê de, li ser cih û kapasîteya girtîgehên li Tirkiyeyê agahî hatin dayin û taybetmendiyên Girtîgehên Girtî yên T1 hatin vegotin. Li gorî van taybetmendiyan, di ketin û derketina ji girtîgehê de kontrola biyometriya çav, deriyên ji bo lêgerîna elektronîk û cîhazên X Ray hene.

Di malpera wezaretê de hat ragihandin, ku di çarçoveya bernameya razemeniyê de wê li Amedê girtîgeheke din a bi navê T2 jî bê çêkirin.

ARMANC JI WAN HUCREYAN ÇI YE?

Ji wêneyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T1 hatine kişandin tê fêhmkirin, ku girtîgeh hema hema bi temamî qediya ye û tenê tesîsata elektrîkê û mobîlya kêm mane. Li Girtîgehên Jin û Zarokan, hucreyên ji yek kesî, 3 kes û 8 kesan hene. Her wiha hucreyên ji derî û dîwarê îzolekirî jî hene, ku deng tê re derbas nabe. Li van hucreyan nivîn nînin û tenê tiwalet heye.

ERDOGAN EŞKERE KIRIBÛ

Recep Tayyîp Erdogan, di dema Serokwezaretiya xwe de, roja 3'ê Îlonê di mîtînga xwe ya li meydana Stasyonê ya Amedê de ragihandibû, ku wê Girtîgeha Tîpa E ya ku bi berxwedana dijî 12'ê Îlonê tê bîranîn xera bikin û li şûna wê girtîgeheke nû çêbikin. Erdogan wiha gotibû: "Aaax Girtîgeha Amedê karîbûya qala bûyerên piştî 12'ê Îlonê bikira. Aaax xwezî zimanê qewîşa 5'an hebûya û qala êşkenceya lê hate kirin bikira. Em Girtîgeha Amedê digirin. Em ê girtîgeha nû tavilê çêbikin. Kengî qediya, em ê girtîgeha navborî xera bikin. Em naxwazin ew der bi hebûna xwe 12'ê Îlonê bîne bîra me."