Razemeniya AKP'ê ya li Colemêrgê: Qereqol, girtîgeh, bendav

Hikumeta AKP'ê di nava 18 salên desthilatdariya xwe de 2 girtîgehên nû, 25 HES û bendav û 300 qereqol û kalekol li Colemêrgê çêkir.

Santralên Hîdroelektrîk (HES) û bendavên ku desthilatdariya AKP-MHP'ê li Colemêrgê bi hinceta "ewlekariyê" çêkiriye, xwezayê talan û wêran dikin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê sala 2020'an jî wê 2 girtîgehên nû li bajêr veke. Li gorî agahiyan, li Colemêrgê di nava meha dawî de 3 bendavên nû qediyan. Eşkere bû ku bendav û HES'ên hatine çêkirin ji bo rant û 'ewlekariyê' ne. Li Colemêrgê ku nifûsa xwe 200 hezar kes e tevî ku girtîgehek heye, vê salê 2 girtîgehên nû wê bên vekirin ku ev yek bû sedema nerazîbûnan.

Li Colemêrgê ku dewlet bi zext û zordariyê bi rê ve dibe, ji her malbatê herî kêm kesek girtî ye. Li bajarê ku demokrasî û mafên mirovan hatiye betalkirin, bêkarî û xizanî jî di asta herî bilind de ne. Li gel zext û zordariya dewletê, gelê Colemêrgê heta vê demê bi şûn ve gav neavêtiye. Ji ber sekna gelê Colemêrgê ya ku serî natewîne, di serî de li navenda Colemêrgê li navendên navçeyan, deşt û zozanan bi sedan qereqol û kalekol hatine çêkirin. Dewleta Tirk a ku qîma xwe bi vê jî nîne, bi îdîaya 'ewlekariyê' bend danî pêşiya her çemî û bendav û HES çêkir. Bendav û HES'ên hatine çêkirin hem xwezayê talan dikin hem jî dikin ku gel neçar bimîne koç bike.

GIRTÎGEH Û KALEKOL LI GEL, HES JÎ LI XWEZAYÊ TÊ FERZKIRIN

Hikumeta AKP'ê ku li ser her çiya û girê Colemêrgê qereqol û kalekol çêkiriye, di nava 18 salan de bi bendên danî pêşiya her çemî, kir ku gelî bi avê tijî bibin û bi vî rengî xweza talan kir. Desthilatdariya AKP-MHP'ê heta niha 2 girtîgehên nû, 25 HES û bendav û 300 qereqol û kalekol li ser gelê Colemêrgê ferz kir. Bi taybetî li Geliyê Zê ku Çemê Zê lê diherike, gelek HES û bendav çêkirin. Ji ber HES'ê li ser Çemê Zê, beşeke mezin a Geliyê Zê ziwa bû û jiyana xwezayî lê tune bû.

COGRAFYA COLEMÊRGÊ VEGUHERANDIN QADA RANT Û ŞER

Ev yek bû sedema nerazîbûneke mezin a gelê Colemêrgê. Colemêrgiyekî ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike got, dewletê cografya Colemêrgê kiriye qada şer û rantê. Colemêrgî destnîşan kir, dewlet xwezaya Colemêrgê talan dike û hewl dide gel êsîr bigire, lê belê gelê Colemêrgê wê serî li ber van rêbazên şerê taybet netewîne.