Raûf: PKK hê bi xurtî ji nava komployê derket
Rojnamevan-nivîskarê Başûrê Kurdistanê Raûf got, "PKK ji ber ku partiyeke kevneşop piştî komployê ji hev belav nebû, berevajî vê yekê li Kurdistanê hê xurtir bû."
Rojnamevan-nivîskarê Başûrê Kurdistanê Raûf got, "PKK ji ber ku partiyeke kevneşop piştî komployê ji hev belav nebû, berevajî vê yekê li Kurdistanê hê xurtir bû."
Nivîskar û rojnamevanên ji Başûrê Kurdistanê Kemal Raûf, bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ji ANF'ê re axivî.
Raûf da xuyakirin, ku komplo bê encam ma ye û destnîşan kir, ku dewleta Tirk ji vê yekê hêrs bûye lewma tecrîda li ser Ocalan şidandiye.
Raûf anî ziman, weke dewama siyaseta kevneşop a 'lîderê wê bigire, tevgerê tesfiye bike', Ocalan hatiye girtin û da zanîn, Ocalan, PKK û gel bi berxwedana xwe ev kevneşopî ji holê rakir.
'HESABÊ ŞAŞ KIRIN'
Raûf ragihand, dewleta Tirk bi girtina Ocalan re xwestiye derbê li Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bixe û got, "Ji wan hebû ku PKK wê mîna hêzên kevneşop, bêyî rêberê xwe nikaribe bijî. Ji ber ku aqûbeta gelek tevgerên li Rojhilata Navîn bi vî rengî bû. Xwe dispartin lîderê xwe û heta lîderê wan di nav de bû, têdikoşiyan."
Raûf destnîşan kir, ev polîtîka li ser PKK'ê bi kêr nehat û piştî komployê hat dîtin ku PKK tevgereke ji rêzê ye kevneşop nîne.
Raûf wiha dewam kir, "Weke kesayetekî karîzmatîk bandora mezin a Abdullah Ocalan li ser tevgerê heye. Dibe ku gihîştin armanca xwe ya girtina Ocalan, Ocalan girtin. Lê belê negihîştin armanca xwe ya ku dixwestin bi vê yekê bikin. Berevajî vê yekê, PKK bi hê xurtî ji nava pêvajoya girtina Ocalan derket. Mezintir bû. Bandora wê li Tirkiye û parçeyên din ên Kurdistanê mezintir bû. Êdî ji aliyê her kesî ve li cîhanê mûxatab tê dîtin, Dewleta Tirk di antî propaganda xwe ya li cîhanê de bê bandor dibe. Bi ser neketin. Ji ber ku nekarî vê bikin, nikarîn bandora Ocalan jî bişikînin. Lewma ya ku kirine, şermeke mezin e. Ji ber ku 18 sal in Ocalan di girtîgeha yek şexsî de digirin. Ji aliyê siyasî ve hewl didin bikujin. Li dijî vê yekê Ocalan li ber xwe da û teslîm nebû. Nekarî vîna wî bişikînin. Di heman demê de tevgerê jî xwe mezintir kir."
'DIVÊ HURMET JI OCALAN RE BÊ NÎŞANDAN, LI NÊRÎNÊN WÎ BÊ GUHDARÎKIRIN'
Raûf anî ziman, yên ku bi komployê re li bendê bûn PKK bikeve nava berxwedaneke çavgirtî, xwe xapandine û got, "PKK'ê ev nekir. Ji ber ku vê hêzê xwe ji rewşeke bi vî rengî re amade kiribû."
Raûf da zanîn, cîhanê careke din dît ku Ocalan kesayetekî ji rêzê nîne û got, "Dewleta Tirk heta niha gelek lîderên Kurd girt û kuşt û bi vî rengî tevgerên wan tine kir. Lê vê carê cuda bû. Divê êdî hurmet ji Ocalan re bê nîşandan û li nêrînên wî bê guhdarîkirin. Ji ber ku nêrînên wî nêrînên aştiyê ne. Ocalan ne tenê lîderê PKK'ê ye, di vê demê de ji bo Tirkiyeyê dikare bibe lîderekî mezin. Dikare ji her kesên ji bo aştiyê têdikoşin re lîdertiyê bike." Raûf destnîşan kir, ku li şûna tecrîdê divê dewleta Tirk li nêrînên Ocalan guhdarî bike û derfetên çareseriyeke aştiyane bafirîne.