'Rastiya Kurd û rastiya Rêber Ocalan di zik hev de ne'

Bayik: Kurd ne Kurdên bîst û pênc, pêncî, sed sal beriya niha ne. Rastiya heyî ya Kurdan û rastiya têkoşîna Kurdan, bi rastiya Rêber Apo re ketine zik hev. Qutkirina van ji hev nepêkan e.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, der barê rojevê de bersiv da pirsên ANF'ê.

Bayik bibîr xist, wan gelek caran ragihandin ku biryara meşandina vî şerê dijwar di civîna Desteya Ewlekariya Millî (MGK) a 30'ê Cotmeha 2014'an de hatiye dayîn û got, "Rêber Apo ev rastî dît. Pêşnûmeyeke çareseriya demokratîk a ji sê qonaxan pêşkêş kir û bi vî rengî xwest pêşî li vî şerî bigire. Di encama van hewldanên xwe de, roja 28'ê Sibata 2015'an Mutabaqata Dolmabahçeyê da weşandin."

'BI ŞIDANDINA TECRÎDÊ RE XWESTIN PÊŞÎ LI RÊBER APO BIGIRE KU NIKARIBE ŞER BISEKINÎNE'

Bayik diyar kir, Mutabaqata Dolmabahçeyê pêngavek li dijî biryara şer û tifaqa şer a bi Ergenekoniyan hat kirin bû û anî ziman, ku Tayyîp Erdogan fêhm kir Mutabaqata Dolmabahçeyê ji bo pêşîgirtina li şerê wan hatiye amadekirin, lewma red kir.

Bayik ragihand, Erdogan bi redkirina Mutabaqata Dolmabahçeyê re bi awayekî eşkere nîşan da ku wê şer bikin û got, "Di nava şerekî bi vî rengî de, ji bo pêşî li Rêber Apo bigire ku nikaribe bikeve nava hewldaneke xurtkirina tevgera azadiyê û hêzên demokrasiyê, tecrîda li ser wî şidand."

Bayik destnîşan kir, heta ku şerê ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd bê meşandin, rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê tecrîd hîn bêhtir bê şidandin û eşkere kir ku armanca vî şerê psîkolojîk û tecrîdê, şikandina sekna Ocalan a li hemberî polîtîkayên şer e.

'TECRÎDA LI SER RÊBER APO, ŞERÊ QIRKIRINA KURDAN E'

Cemîl Bayik diyar kir, eger tevî nêzîkatiyên maqûl ên Rêberê Gelê Kurd polîtîkayeke çareseriyê nayê meşandin û di şer de israr tê dikin, hingî tenê rêyek li pêşiya Tevgera Azadiyê û gelê Kurd dimîne, ew jî berxwedana li dijî êrîşan e.

Bayik anî ziman, tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd tê wateya şerê qirkirinê yên li dijî gelê Kurd û wiha dewam kir: "Nêzîkatiya li Rêberê gelekî, nêzîkatiya li wî gelî ye. Li her devera cîhanê ev rastî bi vî rengî ye. Li Kurdistanê ev yek hê eşkere ye."

Di dewama axaftina xwe de Bayik got, "Tecrîda li ser Rêber Apo çiqasî bişidînin jî wê nêrîn, bîrdozî, feraseta têkoşînê, dildariya azadiyê ya Rêber Apo di nava têkoşîna azadiyê ya gel de her hebe. Wê di nava têkoşîna tevgera me ya azadiyê de bikeve meriyetê. Nepêkan e ku bi rêya tecrîdê bi ser bikevin.

'AZADIYA RÊBER APO Û AZADIYA GELÊ KURD DI ZIK HEV DE NE'

Kurd ne Kurdên bîst û pênc, pêncî, sed sal beriya niha ne. Rastiya heyî ya Kurdan û rastiya têkoşîna Kurdan, bi rastiya Rêber Apo re ketine zik hev. Qutkirina van ji hev nepêkan e. Ev pêvajo tê vê wateyê; Azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd di zik hev de ne. Têkoşîna azadkirina Rêber Apo û têkoşîna azadkirina gelê Kurd wê di vê pêvajoyê de bi hev re bimeşin. Gelê me vê rastiyê baş dibîne."

Bayik destnîşan kir, ku gelê Kurd gelekî baş dizane bê nêzîkatiya li Rêberê Gelê Kurd tê çi wateyê, lewma li gorî vê yekê helwesta xwe, sekna xwe û têkoşîna xwe diyar dike.

'TI JI HIKUMETÊN TIRKIYEYÊ BI QASÎ HIKUMETA ERDOGAN-AKP'Ê BÊ QÎMET NEBÛYE'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bi berdewamî ragihand, desthilatdariya AKP-MHP'ê di polîtîka hundir û derve de ji her alî ve li bin ketine û got, "Binketina Tirkiyeyê di nava du salên dawî de li polîtîka hundir û derve, di dîroka Komara Tirkiyeyê de qet di vê astê de nebû bû... Rewşa dawî ya bi Elmanya, Hollandayê re jiya, li holê ne. Ti ji hikumetên Komara Tirkiyeyê neketin vê rewşê, ewçend bê qîmet nebûn. Desthilatdariya Tayyîp Erdogan û AKP'ê her rewşê ji bo desthilatdariya xwe bi kar tînin, lewma wê vê rewşa aloz jî ji bo bidestxistina dengê 'erê' di refearndûmê de bi kar bîne. Ev rastî, karakterê qirêj ê desthilatdariya AKP'ê radixe pêş çavan."

Cemî Bayik bibîr xist, ku desthilatdariya AKP'ê beriya niha ji bo dewamkirina desthilatdariya xwe digot 'ez ê pirsgirêka Kurd çareser bikim, ez ê vê pirsgirêkê çareser bikim', lê ji ber ku polîtîkaya xwe ya çareseriyê nîne, vê carê bi polîtîka 'ez ê bieciqînim' hewl dide polîtîkaya xwe bidomîne. Bayik got, "Sedema gotinên AKP'ê yên dema dawî ku dibêjin 'em ê biqedînin, bieciqînin, bişikînin' ev e" û wiha dewam kir:

'OPERASYONÊN LEŞKERÎ JI BO DEWAMKIRINA HEBÛNA DESTHILATDARIYA AKP-MHP A LI BER KETINÊ YE'

"Ji bo vê jî, li gorî xwe bi hin operasyonan dixwaze nîşan bide ku darbe li PKK'ê xistine. Bi deh hezaran leşkeran di vê serdema sar de berê wan dide çiyê û bi qetilkirina çend gerîlayan dixwaze vê yekê weke serketinekê nîşan bide. Yanî mîna li Sarikamişê ku Enver Paşa berê bi deh hezaran elşkeran da çiyê û li gorî xwe hin serketinên biçû bi dest xist, ew jî hewl dide vê yekê pêşkêşî raya giştî bike, bêje 'vaye min derb lê xist' û bi vî rengî xwe bide jiyîn. Armanca van êrîşan ev e. Li Nisêbînê êrîş kir li Amedê operasyonê dike, li Botanê operasyonê dike, li Dersîmê operasyonê dike. Ev hemû, hewldanên ji bo dewamkirina hebûna desthilatdariya AKP-MHP'ê ye ku li ber ketinê ne."

Bayik diyar kir, eger Tayyîp Erdogan û Gladyoya Qesrê karibin Tevgera Azadiyê ya Kurd têk bibin, wê li ser vê yekê sîstemeke hegemonîk a nû ava bikin û anî ziman, ji ber ku heta Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye nekin, nepêkan e ku desthilatdariya xwe bidomînin.

'EŞKERE YE KU BERXWEDANA ME YA DÎROKÎ, DI POLÎTÎKA HUNDIR Û DERVE DE TIRKIYE XISTIYE ÇI HALÎ'

Bayik ragihand, tifaqa AKP-MHP'ê bi van operasyonan re dixwaze raya giştî bixapîne û bi vî rengî di referandûmê de bi ser bikeve.

Bayik got, "Em van operasyonan weke avakirina sîstemekê li ser mirin û qirkirina Kurdan dimînin. Ji ber vê yekê jî, ji 24'ê Tîrmehê û vir  ve berxwedaneke dîrokî dimeşînin. Eşkere ye ku vê berxwedana me ya dîrokî di nava du salên dawî de di polîtîkaya hundir û derve de Tirkiye xistiye çi halî."

'AKP-MHP'Ê JI BO QEDANDINA KURDAN DESTHILATDARIYA XWE AVA KIRINE'

Têkildarî operasyoneke gengaz a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ev nirxandin kir:

"Operasyon li eyaletên navîn didomin. Dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li Rojava, li Bakurê Sûriyeyê jî êrîşî Kurdan dike. Herî dawî li Şengalê PDK'ê êrîş kir. Ev êrîş jî pêwendiya xwe bi polîtîkayên Tirkiyeyê heye. Dewleta Tirk, desthilatdariya AKP-MHP'ê êrîşên xwe yên li dijî Kurdan li her derê didomînin. Ji ber ku AKP-MHP'ê ji bo qedandina Kurdan desthilatdariya xwe ava kirine. Ji ber vê yekê dixwaze hemû destketiyên Kurdan ên li hemû parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn tine bikin. Şerê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdan, li her derê dimeşîne."

Bayik bibîr xist, ku demeke dirêj e qala operasyonek li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Qendîlê tê kirin û wiha dewam kir: "Beşek ji vê yekê şerê psîkolojîk e. Hewl dide nîşan bide ku ew hêzeke dikare operasyonê bimeşîne. Di vî warî de aliyekî xwe yê şerê psîkolojîk heye. Lê belê, dema ku desthilatdariya AKP'ê tengav bû, bi rastî jî hat radeya têkçûnê, ji bo serketina di referandûmê de dikare ji bejahî ve operasyonekê bike. Em van dibetiyan dinirxînin. Ji ber ku, dema desthliatdariya faşîst gihîştin ber radeya têkçûnê, dikevin nava serpêhatiyên bi vî rengî. Ji bo parastina hebûna xwe, polîtîkayên bi vî rengî yên şer dimeşînin."

'DI NAVA VÎ ŞERÊ SÊYEMÎN Ê CÎHANÊ DE TEVGERA AZADIYÊ Û GERÎLA JI HER TIŞTÎ RE AMADE NE'

Bayik anî ziman, dikarin operasyonê bikin û destnîşan kir, di vê mijarê de Tevgera Azadiyê ya Kurd û gerîla her tim amade ne.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik wiha dewam kir: "Ji vî alî ve rewşeke xemsar nîne. Di nava Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de ji berê ve nikare bê tespîtkirin bê li Rojhilata Navîn kengî, çi biqewime. Hevsengiyên siyasî, têkilî, tifaq di demeke kin de diguherin, ji hev belav dibin. Ji ber vê yekê, di demekê de ku Şerê Sêyemîn Cîhanê diqewime, weke Tevgera Azadiyê û gerîla, em li her derê amade ne, neçar in amade bin. Di demekê de ku Şerê Sêyemîn ê Cîhanê diqewime, gelo pêkane ku mirov li cihekî bi xemsarî tevbigerin? Lewma gerîla li hemberî her şêwe operasyonan tedbîrên xwe girtiye. Wê şerekî çawa bimeşîne, bi taktîkeke çawa rabe, plansaziyeke xwe ya çawa heye? Plana A, plana B, ev hemû hatine nirxandin.

'EM RÊXISTINEKE TÊKOŞÎNÊ NE, HETA EV PIRSGIRÊK ÇARESER BIBE EM Ê TÊBIKOŞ IN'

Helwesteke bi tenê heye, ew jî; berxwedan e. Li her derê wê berxwedan esas were girtin. Bi awayekî nêzîkatî nabe. Bêguman li dora maseyê, li ser kaxizê hin kar dibe ku hêsan xuya bikin, dibe ku hêsan bên dîtin. Lê belê em dizanin ku di operasyonên ewqasî propaganda wan dikirin de ketin çi halî. Di operasyona Çelîk de bi deh hezaran leşkeran hatin. Hatin, lê çi bû? Siwar hatin û peya çûn. Dema ku xwestin Zapê dagir bikin çi bû? Siwar hatin û peya çûn. Dikarin bi sirûda mehterê bên, lê wê bi teqezî bi sirûda Îzmîrê vegerin. Di vî warî de em dikarin vê bêjin. Em rêxistineke têkoşînê ne; heta ku pirsgirêka Kurd çareser bibe, heta ku jiyaneke azad û demokratîk pêk were, ev têkoşîna me wê bidome."

'OPERASYON Û ÊRÎŞ WÊ BÊ BERSIV NEMÎNIN'

Cemîl Bayik anî ziman, bi qasî Tayyîp Erdogan ti desthilatdariyên li Tirkiyeyê hemû derfetên Tirkiyeyê nekirine amûrek ji bo desthilatdariya xwe û got, "Di dîroka Komara Tirkiyeyê de desthilatdariyeke bi vî rengî nehatiye dîtin. Ne Demîrel ev kiriye, ne Ecevît, ne jî Yilmaz. Darbekaran bi xwe jî ev nekirine. Lê belê Erdogan û Gladyoya Qesrê, ji bo desthilatdariya xwe dikarin her tiştî bikin. Karaktera wan bi vî rengî ye. Ji ber vê yekê beriya referandûmê şer giran dike. Eger operasyonek li derveyî sînor bê kirin, wê ji bo vê be."

Bayik destnîşan kir, ku ew naxwazin beriya referandûmê gelek cenazeyên leşkeran bên rakirin, lê belê li hemberî van operasyonan, bêguman ew ê xwe biparêzin.

Bayik got, "Ev operasyon, êrîş wê bersiva xwe bibînin. Li pêşberî ewqas operasyonên li dijî gerîla, nepêkane ku Tevgera Azadiyê ya Kurd bêdeng bimîne. Lê divê bi baş ji civaka Tirkiyeyê re bê vegotin, ku desthilatdariya AKP'ê ji bo serketina di referandûmê de operasyonan dike, leşker û polîsan ber bi mirinê ve dehf dide."

'DESTHILATDARIYA AKP-MHP'Ê DI REFERANDÛMÊ DE JI BO RÊVEBERIYA ŞER, DENG DIXWAZE'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, desthilatdariya AKP-MHP'ê di vê referandûmê de ji bo rêveberiya şer daxwaza dengan dike û ev tespît kir: "Rêveberiyeke şer dixwaze û vê yekê pêşkêşî referandûmê dike. Ji ber vê yekê, em li hemberî her şêwe êrîşan amade ne. Li Bakurê Kurdistanê jî, li Başûrê Kurdistanê jî li her cihên dewleta Tirk êrîş bike em amade ne li ber xwe bidin. Polîtîkayên şer ên dewleta Tirk wê nebe mîna gera bi rehetî li nava bexçeyê gulên bêstrî. Pêvajoyeke şer a ku desthilatdariya AKP-MHP'ê hilweşîne, wê rû bide. Lazim e her kes vê bibîne û hesabê xwe li gorî vê bike. Em vê nabêjin, ew bi xwe dibêjin. Ew bi xwe şer sor dikin. Ji xwe di axaftinên xwe yên referandûmê de jî dibêjin, 'ji me re hikûmeteke şer divê, rêveberiyeke şer divê, destûra bingehîn a heyî derfeteke têrker nade me ku em vî şerî bimeşînin'. Û bi vî rengî dengê 'erê' dixwazin."

Bayik da xuyakirin, mîna serdema darbeya 12'ê Îlonê di vê demê de jî di bin navê têkoşîna li dijî Fethûlla, têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de, bi Rewşa Awarte re li hemberî hêzên demokrasiyê û Tevgera Azadiyê ya Kurd şerekî dijwar tê meşandin û got, "Me ev yek bi ragihandina Rewşa Awarte re baştir dît û li dijî vê yekê em ketin nava têkoşîneke xurt. Em ê vê têkoşînê geştir û berfirehtir bikin."

'EGER DENGÊ 'ERÊ' BI SER BIKEVE WÊ TIRKIYEYE BI TEMAMÎ PARÇE BIBE Û EV PARÇEBÛN WÊ BIDOME'

Têkildarî encamên gengaz ên referandûmê de Bayik ev nirxandin kir:

"Encamên referandûmê wê ji bo Tirkiyeyê ya serdemeke tengav, yan jî bêhnvedanekê bîne. Eger di referandûmê de dengê 'erê' bi ser bikeve wê Tirkiyeyê bi temamî parçe bibe û ev parçebûn wê bidome. Ji ber ku, eger ji sedî 55 dengê 'erê' bide jî, ev yek wê ji bo Tirkiyeyê were wateya parçebûnê. Ev hilbijartina partiyekê nîne; desthilatdariyeke serdemekê nîne; ev yek wê sîstemeke nû ji Tirkiyeyê re bîne. Ji ber ku ev sîstem li ser bingeha lihevkirinê nayê avakirin, di nava şert û mercên Rewşa Awarte de bi rengekî ferzkirinê tê avakirin, dengê 'erê' wê ji bo Tirkiyeyê bibe krîz, parçebûn, ji aliyê siyasî ve rê li ber şerê navxweyî veke. Bi biserketina dengê 'erê' re wê bêhn neyê ber desthilatdariya AKP-MHP'ê, wê hegemonya wan bi rehetî ava nebe. Berevajî, bi biserketina dengê 'erê' re wê yên dibêjin 'na' dest bi berxwedanê bikin. Wê vê sîstemê qebûl nekin. Ji ber ku ev sîstem, sîstemeke ku qebûl nakin, li ser li hev nakin e. Guhertina destûra bingehîn ne mîna desthilatdarbûyîna di hilbijartineke ji rêzê de ye. Di vir de, sîstemeke ku pêwendiya xwe bi her kesî re heye, derdikeve holê."

Bayik destnîşan kir, ku bi vê referandûmê re wê rewş bê guhertin û got, "Hilbijartina partiyekê nîne; referandûmek li ser rêveçûna siberoja Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê, bi rêjeya ji sedî 55'an 'erê' bi ser ikeve jî, ji sedî sed e ku wê li Tirkiyeyê nakokiyên navxweyî, şerê navxweyî rû bide. Hêzên demokratîk wê li dijî vê sîstema antî demokratîk têbikoşin."

'KURD WÊ LI DIJÎ VÊ LI BER XWE BIDIN'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik işaret bi helwesta Kurdan a di vî warî de kir û got, "Ji bo Kurdan destûra bingehîn a 12'ê Îlonê sîstemeke qirkirinê bû. Bi vê referandûmê re ev sîstema qirker hê otorîter dibe."

Bayik destnîşan kir, ku Kurd wê il dijî vê yekê li ber xwe bidin û ji niha û pê ve berxwedana hê bi vekirî û zelalî bimeşînin.

Bayik ragihand, ev yek di heman demê de ji bo Kurdan tê wateya bidawîbûna şerê taybet û got, "Desthilatdariya AKP'ê, dema ku di 7'ê Hezîranê de maskeya li ser rû ket, veguherî hikûmeta şer. Bi vê referandûmê re wê hemû maskeyên li ser rûyê wê bikevin. Niha hemû maske hatine avêtin, şer bi vekirî tê meşandin. Lê belê bi vê referandûmê re wê sîstmeke hegemonîk a xwe dispêre qirkirina Kurdan rûyê xwe bi temamî nîşan bide."

Cemîl Bayik got "Ev yek ji bo Kurdan tê wateya têkoşînê, ji bo hêzên demokrasiyê tê wateya têkoşînê, ji bo hêzên demokrasiyê tê wê wateyê ku bi Kurdan de helwesteke hevpar a têkoşînê nîşan bidin. Tê wateya xurtkirina vê bingehê."

'BISERKETINA DENGÊ 'NA' WÊ MEŞRÛIYETA POLÎTÎKAYÊN ŞER Û ŞÎDETÊ JI HOLÊ RAKE'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik der barê biserketina dengê 'na' de ev tespît kir: "Biserketina dengê 'na' her çend mêtîngeriya qirker a desthilatdariya AKP-MHP'ê ji holê raneke jî, wê were wateya redkirina rastiya sîstema qirker a neteweperest olperest û hegemonîk, qebûlnekirina guhertina di referandûmê de hat pêşkêşkirin û bê wateya qelsbûna desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê. Wê êdî mîna berê meşrûiyeta dewamkirina polîtîkayên şer û şîdetê nemîne. Ji vî alî ve wê xwe bispêre hîmekî qels. Tevî vê yekê jî bixwaze şer bimeşîne, zextê li hêzên demokrasiyê û gelê Kurd bike jî, ji ber ku wê mîna berê meşrûiyeta xwe nebe, di şerê dijî hêzên demokrasiyê û Kurdan de wê xwe bispêre bingeheke qels û ev yek wê hêzên demokrasiyê xurtir bike. Biserketina dengê 'na' ji ber ku wê hêzên demokrasiyê xurt bike, ev yek ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd wê derfetên nû bafirîne. Ji nişka ve wê demokratîkbûn pêk neyê, lê belê ji aliyê demokratîkbûnê ve wê derfetên girîng derkevin holê."

'GIRÎNG E HÊZÊN DEMOKRASIYÊ BI XURTÎ BÊJIN NA'

Bayik bibîr xist, ku bi qasî sed sal in li Tirkiyeyê têkoşîneke ji bo demokrasiyê tê meşandin û destnîşan kir, ku li dijî hewldana binpêkirina hêzên demokrasiyê, pêwîste di vê referandûmê de hêzên demokratîk bi xurtî bêjin 'NA'. Bayik got, "Ne tenê ji bo dengekî, divê sekneke demokratîk û di çarçoveya yekîtiya hêzên demokrasiyê de sekneke na bê nîşandan."

'HER TIŞTA NE DEMOKRATÎK, DIJMINÊ KURDAN E'

Cemîl Bayik diyar kir, ku eşkere ye wê gelê Kurd di referandûmê de bêje 'na' û şewitandin û hilweşandina bajaran, zilman di vê demê de li gelê Kurd hat kirin, bibîr xist.

Bayik got, "MHP niha li desthilatdariyê ye. Ne tenê tifaq e, di nava hikumetê bi xwe de ye. Pêwîste ev rastî were dîtin. Gelek biryarên girîng bi hev re digirin. Li hemberî vê rewşê, Kurd wê ji desthilatdariya MHP'ê re, ji tifaqa ku MHP jî di nav de ye, bêje NA. Li pêşberî înkarkirina Kurdan, şewitandin û xerakirin bajarên Kurdan ji bilî helwesta NA, gelo çi dikare bê nîşandan? Li hemberî yên ku qeyûm li hemû şaredariyan bi cih kirin, ji bilî NA wê çi bê gotin? Li hemberî girtina paralmenter û bi deh hezaran siyasetmedaran, bêguman wê bêjin NA. Ji ber ku ev desthilatdarî desthilatdariyeke şer a li dijî Kurdan e. Li dijî desthilatdariyeke şer a bi vî rengî, Kurd wê helwestê nîşan bidin. Kî bêje na, kî bêje erê ew mijareke din e. Lê Kurd wê beriya her tiştî ji bo xwe helwestê nîşan bidin.

Li aliyê din her tişta ne demokratîk, dijminê Kurdan e; xwedî karakterekî qirkirina Kurdan e. Li dijî her tişta ne demokratîk, lazim e Kurd her tim helwestê nîşan bidin û têbikoşin. Ji ber vê yekê, wê di vê referandûmê de bêjin NA."

Bayik herî dawî got, "Em bawerin, zext û zordarî di kîjan astê de dibe bila bibe, wê Kurd biçin ser sindoqan û dengê NA bidin."