Rapora HDP’ê ya Şapatanê: Êşkence li hemû gundiyan hatiye kirin

HDP’ê rapora têkildarî êşkenceya leşker û polîsên Tirk a li ser gundiyên Şapatanê eşkere kir. Heyeta HDP’ê banga hevgirtinê kir.

Leşker û polîsên tevgera taybet bi ser gundê Şapatanê ya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê de girtibûn û êşkenceyên dijwar li welatiyan kiribûn. Heyetek ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) çû herêmê û raporek amade kir. Di heyetê de Parlementerê Colemêrgê Nîhat Akdogan, Parlementera Bedlîsê Mizgîn Irgat, endamê Meclîsa Partiyê Ozgur Zeydanoglu, Hevserokê Colemêrgê Metîn Besî, Hevsekê navçeya Şemzînanê Felem Akar, rêveberê navçeyê yê DBP'ê Emîn Sari û rêveberên HDP'a Şemzînanê di heyetê de cih girtin û raporek amade kirin.

Di dewama raporê de hat diyarkirn ku piştî şer û pevçûn kûr bûn, şîddeta li herêmê zêde bû û wiha hat gotin: "Êrîşî hemû welatiyên gund kirine, di her temenî de welatî bi şîddet û gotinên zayendî re rû bi rû mane, heqaret, şîddet û îşkence li welatiyan hatiye kirin."

Di raporê de hat diyarkirin ku şîdet û êşkenceya li ser laşê welatiyan hêj tê dîtin û pêkanînên li Kurdistanê jî wekî serdema rejîma awarte hat pênasekirin. Di dîmen û wêneyên ku hatin kişandin de, şopên êşkenceyê û hovîtiya leşker û polîsan hatin qeydkirin. Dîsa heqaret û gotinên zayendî yên li dijî jinan hatiye bikaranîn jî di raporê de hatin qeydkirin.

Di rapora HDP'ê de hat destnîşankirin ku pêkanînên sîstematîk bi dijwarî berdewam dike û hat xwestin ku hesabê vê hovîtiyê bê pirsîn û îşkencekar bên cezakirin. Di raporê de hat diyarkirin ku, dewletê kamera bi minareyan ve kiriye, rojê 24 saetan çavdêriya gund dike.

TESPÎT Û BANGEWAZÎ

*Divê îşkenceya li Şapatanê bêyî ceza nemîne. Divê hemû kesên ku sûc kirine, werin darizandin. Divê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê biçe gund û vê mijarê têxe rojeva meclîsê.

*Ji bo lêkolînên berfireh divê saziyên civakî û parêzer û baro biçin Şapatanê û lêkolînan bikin.

*Leşker û polîsan derî û paceyên gundan şikandine û dest danîne ser pereyên gundiyan. Divê xisara madî ya gundiyan were çareserkirin û tazmînata wan were dayîn.

*Tacîza devkî û heqaret li jinan hatiye kirin. Divê saziyên jinan piştgiriya jinên gund bikin.

*Divê rayedarên dewletê lêborînê ji gundiyan bixwazin.