Rapora Baroya Wanê û OHD'ê ya li ser erdhejê
Baroya Wanê û Şaxê Wanê yê OHD'ê li ser erdhejê raporek amade kirin û diyar kirin ku berpirsyarê hilweşînê dewlet bi xwe ye.
Baroya Wanê û Şaxê Wanê yê OHD'ê li ser erdhejê raporek amade kirin û diyar kirin ku berpirsyarê hilweşînê dewlet bi xwe ye.
Parêzerên endamên Baroya Wanê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê li bajarên ku erdhejê lê çêbû lêkolînan kirin û çavdêrî û tespîtên ku kirin wek raporek amade kirin û bi raya giştî re parve kirin. Ji bo eşkerekirina raporê li Ewyana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê civîn hat lidarxistin û gelek parêzer, Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz û hevserokên OHD’a Wanê tev li civînê bûn. Hevserokê OHD’a Wanê Mûrat Ozçîçek û Hevberdevka Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê Bûrcû Şeber raporê xwendin.
Saziyên navborî di rapora xwe de bal kişandin ser çavdêrî û tespîtên ku kirine û destnîşan kirin ku dewlet li herêmên erdhejê bi derengî çûye hawara xelkê û hilweşandina mezin di bin berpirsiyariya dewletê de pêk hatiye.
Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber xemsariyên çêbûn divê berpirsiyar bên darizandin û ji bo felaketek wiha dîsa çênebe tevdîrên pêwîst bên girtin.