Rapora ÎHD'ê: Li girtîgehan bi têrkerî tevdîr nîne

ÎHD'ê hevdîtin bi girtiyên li Amedê re kir û diyar kir, ku li girtîgehan li dijî vîrûsa koronayê tevdîrên têrker nînin.

Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, li dijî vîrûsa koronayê hevdîtin bi girtiyên li Girtîgeha Jinan û Tîpa D a Amedê kir. Encamên hevdîtinê jî bi daxuyaniyeke nivîskî hate eşkerekirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li girtîgehan hatiye tespîtkirin li dijî gefa nexweşiyê tevdîrên parastinê nehatine wergirtin.

Di raporê de ji bo tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê ev daxwaz hatin kirin:

 "*Têkildarî guhertina qanûna bicihanîna ceza, divê pîvana wekheviyê bi cih bê anîn, dema cezakirinê bê kêmkirin, mexdûriyeta mehkûmên dezavantaj li ber çavan bê girtin, bi rengekî negirtî bên darizandin û ev yek tavilê bibe qanûn.

* Ji bo girtî karibin tenduristiya xwe biparêzin û devera lê ne û xwe paqij bikin, malzemeyên paqijiyê ji wan re bên dayin, derfetên wan hebin ku karibin bi pereyê xwe malzemeyên paqijiyê peyda bikin û devera lê ne her roj bên dezenfektekirin.

* Têkildarî tevdîrên li girtîgehan ên li dijî vîrûsê, her wiha pêkanînên karantînayê û rewşa tenduristiyê ya girtiyan, di serî de malbatên girtiyan û parêzerên wan, raya giştî bi rêk û pêk bên agahdarkirin."