Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Rapor: Li Kurdistanê di sala 2016’an de 50 hezar carî maf hatine binpêkirin

ÎHD’ê diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê sala 2016’an 50 hezar caran mafê mirovan hatiye binpêkirin.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Şûbeya wê ya Amedê têkildarî binpêkirina mafê mirovan a li Kurdistanê rapor belav kir.

Rapor ji hêla Serokê Şûbeya Amedê ya ÎHD’ê Racî Bilîcî ve hate xwendin. Bîlançoya raporê jî ji hêla Nûnerê Herêmê yê ÎHD’ê Abdulselam Înceor ve hate hişkerekirin.

KUŞTIN Û BIRÎNDARÎ

Di raporê de agahî tê dayin ku di salekê de 304 kes ji hêla polîsan ve hatine înfazkirin û 131 kes jî bi vî rengî hatine birîndarkirin.

Di raporê de tê gotin li girtîgehan 6 kes mirine. 

Di raporê de agah îtê dayin ku bi sedan leşker-polîs, gerîla û sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 1159 kes birîndar bûne.

ÎHD’ê diyar kir ku di van mehan de hin cenazeyên gerîlan nedana malbatan.

Di raporê de ev agahî hate dayin:

QEDEXEYA ÊŞKENCEYÊ

Li gorî raporê di nav çarçoweya êşkenceyê de 647 bûyer çêbûne. Ji van 216 miemeleya nebaş, ji van 7 ji hêla qorîciyan ve hatiye kirin, 138 caran di binçavkirinê de êşkence hatiye, li girtîgehan 191 caran bûyerên êşkencê çêbûne, revandin û gefa ajantiyê 11 caran rû dane, ên ku gef li wan hatine xwarin 29, di çalakiyan de 54 kes birîndar bûne û li wan xistine, li dibistanê 1 bûyera tundiyê çêbûye.

BINPÊKIRINÊN AZADÎ Û EWLEKARIYÊ

Bi tevahî 6860 kes hatine binçavkirin ku 150 ji van zarok in. Bi tevahî 1724 kes hatine girtin û 40 ji van zarok in. 3556 caran bi ser malan de girtine.

BINPÊKIRINÊN AZADIYA RAMAN Û DERBIRÎNÊ

39 TV-Radyo, 34 malperên înternetê hatine girtin, li ser 11 rojname û weşanê zext hatiye kirin, 94 kovar hatine berhevkirin an jî qedexekirin, 3 çalakî hatine qedexekirin.

33 caran ji ber ku ramana xwe gotine li ser 575 kesan lêpirsîn hatiye vekirin.

Ji bo ku ramanên xwe gotine li 72 kesan 17 doz hatine vekirin. Di nav vê çarçoweyê de yên ku ceza xwarin 114 kes in.

Hijmara partiyên siyasî, komele, sazî û dezgeh û saziyên çandî ku êrîş li ser wan çêbûye û bi ser wan de girtine: 280

116 caran binpêkirinên di nav çarçoweya azadiya civîn û xwepêşandan de çêbûne.

BINPÊKIRINÊN LI GIRTÎGEHAN ÇÊBÛYIN

828 caran sek, 54 caran mijara tendirûstiyê, astengkirina hevdîtinê 13 caran, tecrîd 38 caran, cezayê disîplînê 85 caran, binpêkirina agahdarbûnê 46 caran, li ser 6 kesan lêpirsîn hatiye vekirin, binpêkirinên wekî din 33.

BINPÊKIRINÊN LI SER HEQÊ EKONOMÎK

Her wiha bi deh hezaran binpêkirin di nav çarçoweya binpêkirina heqên aborî û sosyal de çêbûne. Ku di nav vê çarçoweyê de 22 kes di qezeyan de mirine, 7 kes birîndar bûne, 1343 kes ji kar hatine avêtin, lêpirsîn 1305, ên ku ji kar hatine kirin 10259, ên ku hatin îxrackirin 956, cezayê ku hatin dayin 145, mişextî 15, ên ku heqdestê wan nehatî dayin 2 kes.

DI MIJARA PERWERDEHIYÊ DE 

Li zanîngehan 27 caran lêpirsîn hatiye vekirin, 125 caran ceza hatiye birîn, 4 mamoste ceza xwarine, 3 xewndekaran cezayê şermezariyê xwarine.

BINPÊKIRINÊN DIN

QEYÛM

Qeyûm anîne ser 52 şaredariyan, li 7 şaredariyan Endamên Meclîsê hatine nûkirin, 13 Endamên Meclîsê hatine nûkirin. 
Di mijara tendiristiyê de 345 binpêkirin, di mijara heqê milk de 132 û di mijara binpêkirina heqê malê de 6 bûyer çêbûne.

Serlêdanên din 72 heb in.

BI GIŞTÎ HIJMARA BINPÊKIRINAN: 46292