Raîfe Înatçi ya 70 salî bi hinceta pankartê girtin

Dayika 70 salî Raîfe Înatçi ya li Farqînê dijî, ji ber ku cezayê wê yê girtîgehê yê 3 sal, 1 meh û 15 roj hat erêkirin, kirin girtîgeha Tîpa D a Amedê.

Raîfe Înatçi ya 70 salî ya li Gundê Hacîca ya navçeya Farqînê ya Amedê dijî û xwendin û nivîsandina wê tuneyî, bi hinceta ku di meşeke di 2’yê Kanûna 2009’an de pankarta “Ciwan fedaiyên Apo ne’ hilgirt, lêpirsîn darbarê wê de hatibû vekirin. Înatçi di çarçoveyê lêpirsînê de, di sala 2009’an de hatibû binçavkirin. Înatçi ya dûre sewqî Edliya Amedê hatibû kirin, piştî îfadeya wê hat girtin, serbest hatibû berdan.

Di encama lêpirsîna derbarê Înatçi hat meşandin de, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Ligel ku ne endamê rêxistinê ye jî, li ser navê rêxistinê sûc kirin” doz lê hat vekirin. 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îdîanameya Înatçi qebûl kirin û bi heman sûcdarî û îdîayan 3 sal, 1 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Înatçi birî.

Dadgeha Bilind a ku cezayê li Înatçi hat birîn nirxand, biryara dadgeha herêmî erê kir. Dayika 7 zarokan Înatçi ya 70 salî ya 3 sal, 1 meh û 15 roj cezayê wê girtîgehê hat erêkirin, di 27’ê Tebaxê de hatin binçavkirin û piştî derxistin edliyê, şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.

'WÊ PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYA WÊ GIRANTIR BIBIN'

Xizmên Înatçi, diyar kirin ku ji ber ku temenê Înatçi mezin, gelek pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene û gotin: “Ger di girtîgehê de bimîne wê pirsgirêkên tenduristiya wê girantir bibe.”