Ragihandina Azad a Şengal: Nûjiyan bû dengê bêdengan û yên hatin kuştin, qetilkirin û revandin

Ragihandina Azad a Şengal, daxuyaniyek da û got: “Nûjiyan Erhan bû dengê jinên Êzidxanê, rengê zarokên pêxas lê çavên wan tije hêvî, berdevka dayikên dil keser.”

Ragihandina Azad a Şengal, têkildarî şehîdbûna Nûjiyan Erhan daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “ Nûjiyan bû yek ji lehengên vê têkoşîna pîroz a ronîkirina civakê bû. Xwedî wijdan, dengê bêdengan, berdevka yên ku hatine tunekirin, di êşkenceyan re hatine derbaskirin, revandin, jinên ku bi hemû pêkanînên dij mirovahiyê re rû bi rû mane bû.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin Azad a Şengalê wiha ye:

“Em dizanin ku karê me gelekî zehmet e, li ser rêyek bi kurt, kelem û kemînan e. Lê dîsa em baş dizanin ku ev kar karekî eqwas jî pîroz û giranbûha ye. Ew vedişêrin lê em derdixînin holê, ew rûpoş dikin lê em eşkere dikin, ew tarî dikin lê em ronî dikin. Ji ber vê yekê ye ku em û ew her tim dijberî hev in.

Em karê ragihandinê dikin. Ango rastiyê, heqîqetê, êş, keder, daxwaz û hêviyên jiyanek azad, wekhev û bi rûmet a gelan radigihînin. Dengê bêdengan, rengê rengîniyan in. Ev jî dibe erka kesên xwedî wijdan. Ji ber ku di demeke ku zordar li Kurdistan û Rojhilata Navîn yek reng û yek dengî li ser hemû cudahiyan ferz dikin de, meşandina karê ragihandinê tê wateya dijberiya van zordaran. Lewma rojnamevan hedefa wan a yekemîn e.

Hevala me Nûjiyan Erhan jî, yek ji lehengên vê têkoşîna pîroz a ronîkirina civakê bû. Xwedî wijdan, dengê bêdengan, berdevka yên ku hatine tunekirin, di êşkenceyan re hatine derbaskirin, revandin, jinên ku bi hemû pêkanînên dij mirovahiyê re rû bi rû mane bû.

Di demeke ku li Rojhilat Navîn û Kurdistanê li hemberî tarîtiyê şewqa ronahiyê dide her derê, ew jî bibû kedkarek ragihandina vê rastiyê. Li cihekî wekî Şengalê ku 73 ferman di ser de hatine, ruyê reş ê dagirker, kujer, qirker û nokerên wan raxistiye ber çavan. Lê êşa gel, hêvî û daxwaziyên wan jî ragihandin. Wekî navê xwe bû dengê ‘Jiyana Nû’ ya ku li Şengalê tê avakirin. Ew dengê jinên Êzidxanê, rengê zarokên pêxas lê çavên wan tije hêvî, berdevka dayikên dil keser bû.

Qasî teşhîrkirina tarîtiya çeteyên hov ên DAIŞ’ê, rastiya hêzên ku van hovan diparêzin, mezin dikin û bi ser gel de di ajon jî eşkere kir. Lewma ew jî wekî hemû endamên Ragihandina Azad hedefa dijminên mirovahiyê û nokerên wan bû. Lê hevala me Nûjiyan ti caran ev ji xwe re wekî astengî nedît, bi heyecan, bêtir û hezkirineke mezin bişev û roj erka xwe bicîh anî.

Nokerê ku ev xak ji hovan re hiştibûn ji wê tirsiyabûn. Dema wana xaka pîroz ji çeteyên hov re, gelê wê jî bi komkujiyêre rû bi rû hiştin, Nûjiyan ji bo ku rastiyan ragihîne hat vê xakê. Lewma nokeran dizanîn ku wê nokeriya wan derkeve holê, wê desthilatdariya wan ji dest biçe lewma wekî Apê Musa, Denîz Firat, Agir Sorkêw û bi sedan şehîdên çapemeniya azad hevala me Nûjiyan jî dikin hedef.

Lê zordaran tiştek ji bîr kirine. Kedkarên rêya ronîkirinê, ti caran xilas nabin, paşve gav navêjin. Berevajî wê hêrsa wan, leza wan a ji bo ronîkirina rastiyan, ji bo ku rastî di tarîtiyê de nemînin her ku diçe zêdetir dibe.

Li ser vê bingehê em dibêjin ku pênûsa hevala me Nûjiyan li erdê namîne. Ala ku te ji pêşengên xwe girtibû, em ê heta dawiyê bilind bikin. Em ê şopdarên rêya te bin. Li pey te wê hezaran ‘Jiyanên Nû’ derkevin. Bila dijminên mirovahiyê bitirsin, wê her kêliyek qirêjî û hovîtiya wan derkeve holê. Em soz didin ku wê bîranîna te bidin jiyan din û tarîtiyan ronî bikin.