Qursên Quranê bûne xefika cemaetan

Li Wanê piştî ku dibistan ketin betlaneyê, cemaetên li herêmê bi navê qursên Quranê zarokên ji 7 heta 15 salî dixin xefikê.

Bi desthilatdariya AKP'ê re li Wanê hejmara wargehên cemaetan û qursên Quranê gelekî zêde bûye. Bi taybetî karê cemaetên pêwendiya xwe bi DAÎŞ'ê re hene zêde bûne. Bi navê cemaet û weqfan, zarok û ciwan di bin navê qursên Quranê de ji aliyê rêxistinên olperest ve têne perwerdekirin.

Hema bêjin li her kolanên Wanê şaxeke van komeleyan heye. Wargehên xwendekaran ên ÎHH, ÎHYA-DER, Başak-Der, Nakşîbendî, Suleymancilar û gelek cemaetên din hene. Bi havînê re di bin navê qursên Quranê de zarok û ciwanan dixin xefika xwe.

DAÎŞ'Î BI REHETÎ DIGERIN

Ev komeleyên ku li Wanê kar dikin, sala 2014'an di dema hewldana dagirkirina Kobanê de bi her awayî destek dan DAÎŞ'ê. Ev komele, li gel budçeya ku hikumeta AKP'ê dide wan, di bin navê alîkariyê ya jî zekatê d pereyan ji beşeke civakê digirin û li dijî Kurdan kar dikin. Hin cemaet zarok û ciwanên ku li wargeh, komele û qursên xwe yên Quranê perwerde kirin, ji bo li dijî Kurdan li Sûriyeyê şer bikin, ew dişandin nava DAÎŞ'ê. Ev cemaet û komele niha jî li Wanê kar dikin. Ev komeleyên ku destekê ji dewletê digirin û endamên DAÎŞ'ê li Wanê bi hêsanî digerin. Berpirsyarê DAÎŞ'ê yê Wanê Fatîh Barût û 17 endamên DAÎŞ'ê beriya niha ji aliyê dadgehê ve hatibûn berdan. Birayê Fatîh Barût Ahmet Barût jî li girtîgehê gardiyan e. Vê komê li girtîgehê ji endamên Îdare-DAÎŞ-Mafyayê rêveberiyek ava kir û hedefa wan jî girtiyên siyasî ye.

TAXÊN WELATPARÊZAN DI HEDEFA WAN DE NE

Li Wanê, piştî ku dibistan ketin betlaneyê, cemaetan karê xwe zêde kirine. Li hemû taxan, bi taybetî li mizgeftan di bin navê perwerdeya Quranê de bi hezaran zarokên ji 7 heta 15 salî dikevin xefika van cemaetan. Ev cemaet û rêxstin li taxên welatparêz ên weke Xaçort, Abdûrahmangazî, Alîpaşa, Akkopru, Îstasyon, Altintepe, Karşiyaka û hemû taxên din kar dikin. Tevî navenda Wanê, li hemû navçeyan jî bi desteka dewletê û AKP'ê bi berfirehî dixebitin. Cemaetên ku di betlaneya havînê de zarokan ji aliyê dînî ve îstîsmar dikin, hin zarokên ji nava wan dineqînin, ji bo bimînin îqna dikin.

DIVÊ HAYA MALBATAN JI REWŞÊ HEBE

Ji ber vî karê qirêj ê cemaetan hin malbatan zarokên xwe ji qursên Quranê derxistin. Welatiyekî ji ANF'ê re axivî û ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike anî ziman ku karê DAÎŞ'ê û rêxistinên mîna wê roj bi roj zêde bûye.

Welatî got, "Ji ber ku haya hin malbatan ji vê rewşê heye, zarokên xwe naşînin wargeh, komele û qursên wan. Hin malbat jî ji ber ku agahiya wan nîne, zarokên xwe dixin hembêza van rêxistinan. Armanca van cemaetan ne ew e ku dîn û Quranê rê zarokan bidin. Em zanin ku beşek ji van cemaetan di dema şerê Kobanê de bi dehan zarok û ciwanên Kurd şandibûn nava DAÎŞ û El Nûsra. Malbat pêwîste di vê mijarê de hay ji xwe hebin. Nabe ku ew dînê me hînî me bikin. Armanca wan cuda ye. Girîng malbat di vê mijarê de gelekî baldar bin."