QSD’ê têkildarî 17 şervanên ku jiyana xwe ji dest dane, lêpirsîn da destpêkirin
QSD, têkildarî 17 şervanên ku di Pêngava Xezeba Firatê encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dane, lêpirsîn da destpêkirin.
QSD, têkildarî 17 şervanên ku di Pêngava Xezeba Firatê encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dane, lêpirsîn da destpêkirin.
Di daxuyanê de hate diyarkirin ku di dema xebat bi Koalîsyona Navneteweyî re dihat birêvebirin de, qezeyek rû daye. Di daxuyaniyê hat destnîşankirin de ku wê sedemê bûyerê lêkolîn bike wiha hate gotin: ″Beriya du rojan di Pêngava Xezeba Firatê de, Di encama şaştiyekî ku dema şerê dijwar li derdorî Tebqayê diqewimî de, 17 şervanên me şehîd ketin û birîndarjî hene.
Fermandariya Giştî ya QSD’ê, dama ku bi Koalîsyona Navneteweyî re xebatên hevpar birêve dibirin, ji bo sedema bûyerê bê famkirin lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re, dixwazin.″