QSD'ê li ser biryara DYE'yê daxuyanî da

Fermandariya Giştî ya QSD'ê diyar kir, şerê li dijî DAÎŞ'ê neqediya ye û diyar kir, vekişîna koalîsyonê wê rê li ber encamên neyînî veke.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li ser biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya ji bo vekişîna ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya QSD'ê wiha ye:

"Di demekê de ku em şerekî dijwar li dijî çeteyên DAÎŞ'ê li baregehên wan ên dawî dimeşînin, her wiha em li herêmên rizgarkirî şaneyên veşartî ku dixwazin careke din xwe ji nû ve li herêmê ava bikin tune dikin, biryara Qesra Spî ya li ser vekişîna ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekişîne, wê bi awayekî neyînî bandorê li pêngava tunekirina terorê bike. Ji aliyê leşkerî û meydanî ve wê hêzê bide terorê û alîgirên wan.

Em ji raya giştî re teqez dikin ku Şerê Tunekirina Terorê bi dawî nebûye. Heta niha dawî li hebûna DAÎŞ'ê nehatiye. Lê belê ev pêvajoyeke pir girîng û hesas e. Dibe her kes xebatên xwe zêde bike. Alîkariyeke zêdetir ji koalîsyonê were girtin û bi hemû awayî alîkariya şervanan were kirin da ku şerê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê dewam bike û ne xwe ji herêmê vekişîne. Biryara vekişîna ji herêmê, wê tunebûna rêxistina terorî asteng bike. He wiha wê paşerojeke bi rîsk bi xwe re bîne. Wê heviyên gelê herêmê yên aramî û ewlehiyê pûç bibin. Di rewşeke wiha de eger xwe ji herêmê vekişînin wê aramî û ewlehiya herêmê tevlîhev bike. Wê valatiyeke siyasî û leşkerî li herêmê çêbike û gelê wê di nava pencên hêz û aliyên dijber de bimînin."